Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt

29/10/2023
SS | Rûdaw

Zimannas û nivîskarê Kurd Dr. Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirtîye.

Yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan bi merasîmekê li bajarê Dresdena Elmanyayê hat dayîn ku merasîm ji alîyê Foruma Elmanî-Kurdî ve hatîye lidarxistin.

Dr. Zerdeşt Haco zimanzanekî kurd e ku wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îraniyê da kirîye.

Zerdeşt Haco ji ber kar, xebat û lêkolînên xwe yên di warê zimanê û edebîyata kurdî da hêjayî wergirtina yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan hatîye dîtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Zerdeşt Haco gotîye ku “Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got em dê xelatê bidin te. Ev cihê şanezîyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtîye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şanezîyê ye.”

Zerdeşt Haco kî ye

Zimanzan û nivîskar Zerdeşt Haco sala 1950yan hatîye dinyayê. Ew li Elmayayê dijî. Ew wextekî serokê PENa Kurd a Ewropayê bûye. Wî li Berlîn, Bremen û Hamburgê ders dane ku çendîn gotarên wî hatine çapkirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Sudanî û Esed civîyane

Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şîya Sudanî îro li bajarê Rîyadê bi Serokê Sûriyeyê

Reha Ruhavioglu: Amedspor bûye semboleka neteweyî

“Nifûsa kurdan li Tirkiyeyê gihiştiye 20 milyonî. Amedspor bûye yek ji pênc

BaneŞan: Rêzepodcasta nû ya edebiyatê dest pê kiriye

Rêzepodcasta BaneŞan a ku li ser Edebiyata Nûjen a Cîhanê û Edebiyata