Zendê Dudestî

Careke din vediciniqî. Belê! Tiştekî ecêb e ev behr, ev reng, ev dîmen. Lê tu li ku yî? Îcar ev pirs mejiyê te mijûl dike. Tu hema berê xwe didî însanan. Dixwazî ji wan pirs bikî, dipirsî jî lê hema wisa ecêb li te dinêrin, bersivekê nadin. Tu dikî dîn bibî. Dixwazî ji wir dûr bikevî lewre ji xeynî wê behra ecêb tiştek tuneye. Çima bersiva te nadin? Wekî yên di erebeyê de tevdigerin. Tu hema çav li hinekan dikevî, dibînî ku yek ji wan sê çavên wî hene, yek ji wan du pozên wê, yek ji wan sê guhên wî, yek jî heye ecêb e; li ser zendekî du dest hene.

***

Rêwîtiyeke dûr û dirêj e û dawiya rê ne diyar e. Tu her diçî. Di rê de rastî tiştên ecêb têy. Tiştên ku te berê qet nedîtine. Ev rewş te hinekî ditirsîne. Lewre tu mecbûr î derkevî vê rêyê. Wekî ku erebeya ku tu lê siwar bûyî li ser rê naçe, hema nêzîkî xwarê ye. Kesên ku tu bi wan re derketiyî rê, xerîb in. Tu nizanî bi wan re çi xeber bidî, çi bidî û bistînî. Hema bê deng li wan dinêrî, li şeklê rûyê wan, li tevgerên wan. Ji te re balkêş tên. Gelo ew jî nizanin ka ev rêwîtî ber bi ku ve diçe an tenê tu nizanî? Tu naxwazî ji wan pirs bikî. Tu li bendê dimînî û dixwazî bi çavê xwe bibînî. Lê dikî nakî tirsa ku ketiye nav dilê te, nikarî ji xwe dûr bixî. Wekî ku berê te li nehêniyekê ye, bi şaşmayî li derûdora xwe temaşe dikî.

Tu dixwazî hinekî dakevî ji erebê, bêhna hundir te aciz dike. Ne tenê bêhn, rûyên wan kesan jî te aciz dikin. Tu li yekî dinêrî wekî ku guhekî wî tuneye, yekî din bê çav e, li ser rûyê yekî din poz tuneye. Tu difikirî ka gelo van kengî wenda kirine parçeyên xwe. Ecêb in, ji ber ku wekî ku tu kêmasiyeke wan tunebe tevdigerin. Tu dibêjî gelo di vê rêwîtiyê de wan yek bi yek parçeyeke xwe wenda kir û haya wan jê tuneye? Nayê bîra te, wexta te ew nû dîtin rewşa wan çawa bû. Dibe ku di serî de wisa bûn, dibe ku qet bala te nekişandibe. Lê mimkin e bala mirov nekişîne? 

Tu bê hemdî xwe destê xwe dibî ser rûyê xwe, tu vediciniqî. Şûna dest û tiliyên te, zendê te li rûyê te dikeve. Ka destê te, ka tiliyên te? Bi tirseke mezin dixwazî bikî hawar, lê disekinî. Kesek ji wan nekiribû hawar. Tu wê demê difikirî ku Xwedê dizane parçeyên wan di vê rêwîtiyê de wenda bûne, wekî ya te. Çima yek ji wan jî dengê xwe nake, çima ji wan re ecêb nayê? Çima jê xwîn neherikî? Tu bawer nakî ku yek hat û jê kir. Hema ji nişka ve parçeyeke te wenda bû. Tu nizanî ka tu yê bê dest û tilî çi bikî ji niha pê ve an jî dibe ku rojekê dîsa li te vegere? Êşek jî tuneye li şûna destê te û bi awayekî hostane şûna wê hatiye rastkirin. Çawa ku mirov siwaxê dîwarekî rast dike. 

Tu li şûna destê xwe, zendê xwe didî ber rûyê xwe îcar û ji xwe re difikirî. Meraq dikî gelo ev rêwîtî kengî dê biqede. Meraqeke din jî heye, ya herî mezin ew e jixwe: destê te an jî guh, poz û çavê yên din dê dîsa bêne cihê xwe? Çawa ku bê his wenda bûn, dê dîsa vegerin? Hêvî dikî ku çawa ji xew şiyar bibî, dîsa destê xwe bibînî. Meraqeke din jî heye helbet di dilê te de: li gorî çi hatiye hilbijartin ku destê te wenda bibe? Çima destê te? Çima ne çav, ne guh wekî yên din? An jî ne piyê te? Tu, tu car nefikirîbûy ku tu yê bikaribî bê dest bijî. Ev jî dibe ku fersendek be ji bo vê yekê ku tu yê bibînî ka bê dest -bi tenê destekî- tu yê çawa bijî û çi bikî.

Axir rêwîtî bi dawî dibe. Tu ha lê dinêrî di erebeyê de ji xeynî te kes tuneye. Ne şifêr ne rêwî. Tu êdî ji mejiyê xwe guman dikî. Kengî peya bûn? Hema wisa, bê deng, kengî? Tu jî hema xwe jê diavêjî. Çawa peya dibî bi şaşmayîneke ecêb li dora xwe dinêrî. Behreke mezin, hema dibêjî bê dawî ye. Lê çi qas xerîb e! Behreke qehweyî. Mirov dibêje qey hema qûfe bi qûfe boyaxa qehweyî xistinê û kirine wek herî. Lê pelên wê, digel wî rengê ecêb, çi qas xweşik, çi qas estetîk tevdigerin. Tu zendê xwe dibî ser porê xwe, wekî ku dixwazî tiliyên xwe di nav porê xwe de bigerînî, çênabe û bi destê din porê xwe didî alî da ku çêtir bibînî. Ji nişka ve dibînî ku her du piyên te hema li ber wê behra ecêb in. Hindik maye ku tu bikevî nav. Tu ji hişê xwe biçî ji wê gêjbûnê, filitîna te tuneye. Hema gavekê bi paş de diçî û li xurtbûna wê temaşe dikî.

Careke din vediciniqî. Belê! Tiştekî ecêb e ev behr, ev reng, ev dîmen. Lê tu li ku yî? Îcar ev pirs mejiyê te mijûl dike. Tu hema berê xwe didî însanan. Dixwazî ji wan pirs bikî, dipirsî jî lê hema wisa ecêb li te dinêrin, bersivekê nadin. Tu dikî dîn bibî. Dixwazî ji wir dûr bikevî lewre ji xeynî wê behra ecêb tiştek tuneye. Çima bersiva te nadin? Wekî yên di erebeyê de tevdigerin. Tu hema çav li hinekan dikevî, dibînî ku yek ji wan sê çavên wî hene, yek ji wan du pozên wê, yek ji wan sê guhên wî, yek jî heye ecêb e; li ser zendekî du dest hene. 

Nivîskar/rojnameger

Sevda Orak Reşitoğlu
Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.