Weşanxaneya Avestayê, li Diyarbekirê dest bi bernamayên xwe yên 2023yan kir.

Di gotûbêjê yekem da Akademîsyen û Nivîskar Ergîn Opengîn axifî û Pinar Yildizê jî moderatorî kir.

Ergin Opengîn li ser “Cîhana hizrî-edebî ya du Kurdperweran: Mela Se’îdê Şemdînanî û Alan Wardê Îrlandî” axifî.

Opengîn diyar kir ku Mela Se’id ji bo wî mektebek e û ‘Bazeber’ jî ew kevir in ku mirov li ser baz dide.

Min ev wek sembolekê/metaforekê jî bi kar anîye. Ji ber ku dinyaya Mele Seîdî cihek û derek e ku kevirên guherîna cîhanbînîya kurdan ên ji bo bazdanê hatine danîn.

Zemanê axa, şêx û began Mela Se’îd zemanekî modern temsîl dikir. Mela Sa’id xwedî ye fikrîyeka nûye. Ew bazebereke mirov dikarê wi bişopîne.

Piştî panelê nivîskar kitêbên xwe îmze kir.

Mela Se’îd Şemdînanî kî ye?

Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye.

Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe.

Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin.

Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse.

Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike.

Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin.

Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine. 

Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.

Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn.

Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.

Wêneyên nûçeyê: Murat Bayram