Zarokên bênav yên erdhêjê

16/02/2023
Wêne:Murat Bayram/ Semsûr, Sibat 2023

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kiriye ku 609 zarok piştî kontrola nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî nûçeya BBC Tirkîyê Doktorê zarokan û di heman demê de Rêvebira Nexweşxaneya Bajarê Edeneyê Dr. Nurşah Keskîn dibêje:

“Em dizanin ku ew zarok li ku ne û çawa hatine vir. Lê em hewl didin navnîşanekê bibînin. Lekolîn berdewam dike.”

BBC Tirkî Dr. Nurşah Keskîn

Jiber ku li Nexweşxaneya bajêr a Edeneyê xisar çênebûye zarok anîne vir. Zarokên ji bajarên din hatine, li vir tên dermankirin.

Li Îskenderûnê klînîkek zirarek mezin dîtiye. Ji ber vê sedemê zarokên ku nû ji dayik bûne jî şandine Nexweşxaneya Edeneyê.

BBC Tirkî

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihandiye ku 1457 zarokên bêkes û 755 zarokên ku dermankirina wan didome hene.

Wezaretê diyar kiriye ku 93 zarok piştî dermankirinê girtine bin perpirsiyariya saziyê û 609 zarok jî piştî kontrola nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Wezaretê aşkere kiriye ku 1190 zarokên nasnameya wan diyar bûne û 267 zarokên ku nasnameya wan ne diyar in hene.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Wêne-nûçe: Avahiyên dîrokî jî nekaribûn xwe li ber erdhêjê bigrin

Weşana paşê

Li Wanê bi pîleya 4,0 erdhêj

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di