Zarokekî penaber ê sûriyeyî ku beriya du rojan li navçeya Altindagê winda bûbû, li avahiyeke vala bi awayekî kuştî hatiye dîtin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Zarokekî penaber ê sûriyeyî ku beriya du rojan li navçeya Altindag a Enqereyê winda bûbû, li avahiyeke vala bi awayekî kuştî hatiye dîtin. Piştî ku hin kesan ew zarok li avahiya vala dîtine û agahî dane polîs û tîmên tendûristîyê, polîs û tîmên tendûristîyê hatine cihê bûyerê. Piştî kontrola tîmên tendûristîyê hatiye diyarkirin ku zarokî û hatiye kuştin. Li ser zarokî tu nasname û agahî derneketiye.
Malbata zarokî ku beriya niha îxbara windabûnê kiribûn, hatine cihê bûyerê û cenazeyê zarokê xwe teşhîs kirine. Cenazeyê zarokîî piştî lêkolîna cihê bûyerê rakirine morga Saziya Tiba Edlî.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.