Zarok û zilamên mezin

04/07/2023

Wextê zarok bûm bi hevalan re me carê lîstik dilîstin, wek perçeyekî listikê virde wêde me bera hevdu dida û em ji malê bi dûr diketin. Hin zilamên mezin wextê derbas dibûn bi me re dixeyidîn, digotin, ‘‘Herin malên xwe, wê baran bibare!’’ Me guh li wan nedikir, lê bira jî baran dibariya, heta me xwe digîhand malê tayekî zuha li ser me nedima! Min meraq dikir, ‘çawa pê zanin?’ Rokê min ji zilamekî mezin pirsî, min got, ‘‘Apo, hûn çawa zanin wê baran bibare? Ez jî  dixwazim zanibim!’’ Got, ‘‘Tu mezin bibî tu dê jî zanibî…’’ Lê ewqas sebra min tune bû, hîn ez ê mezin bibûma, min dixwest ez niha zanibim.

Malek hebû, zilamekî wê malê yî pir mezin hebû, ciyê wî li ber agirê kuçikê bû, ji halê xwe memnûn bû, wer li agir dinêrî, paca wî, manzera wî agir bû, çavên wî li ber agir diçûn ser hev, li ber agir vedibûn, bi çoyekî carê agir tevdida, hejikek dudu diavêt ser, agir gurr dibû, lê xwe bi şûnde nedida, riya wî ya wek fitîla lampeyê mirov digot wextî agir xwe çenkê.

Ez çûm wê malê. Li devê derî pîrekek pir mezin derket pêşiya min, got, ‘‘Navê te çi ye?’’ Min got, ‘‘Navê min Baran e.’’ Got, ‘‘Tu lawê kî yî?’’ Min got, ‘‘Lawê Seydo me.’’ Got, ‘‘Ez çi zanim ‘Seydo’ ki ye! Navê diya te çi ye?’’ Min got, ‘‘Navê diya min, Fato ye.’’ Bi destê min girt, ez birim ber kuçikê û derket çû.

Zilamê mezin agir li hev dixist, got, ‘‘Tu lawê kê yî?’’ Min got, ‘‘Ez lawê Fato me.’’ Got, ‘‘Kurê min, mirov bi bav û kalên xwe tê naskirin, wextê yekî got, ‘Tu lawê kî yî’ tu yê navê bavê xwe bibê.’’ Min got, ‘‘Navê bavê min Seydo ye.’’ Got, ‘‘Seydoyê kê?’’ Min nizanîbû ez ê çi bibêm. Got, ‘‘Navê kalkê te çi ye?’’ Min got, ‘‘Navê kalkê min Xelo ye.’’ Got, ‘‘Xeloyê kê?’’ Min nizanîbû. Got, ‘‘Gerek mirov navê heft bavê xwe zanibe.’’ Ji min hebekî bi wê de tasa li ber dilopa tije av bûbû. Got, ‘‘Wê tasê bibe vala ke û bîne li ciyê wê dayne.’’ Min tas bir derve vala kir û anî li ciyê wê danî.’’ Got, ‘‘Tu hatibû çi?’’ Min got, ‘‘Zilamên mezin zanin wê kengî baran bibare, ez jî dixwazim zanibim.’’ Got, ‘‘Pezê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Rezê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Erdê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Xaniyê we dilopa dike?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘De hadê siktir!’’    

Ez derketim. Baran bi şelpîn dibariya. Heta min xwe gihand malê ez bûm guvişk. Wextê bavê min ez weha şil û pil dîtim pir qehirî, wecê wî reş û şîn bû, bû humeguma wî bi ser min de, wek giregira ewran deng jê dihat, min zanîbû wê li min xe, got, ‘‘Min ji te re negot dernekeve, wê baran bibare?’’ û destê xwe bilind kir, diya min xwe gihandê, hişk bi destê wî girt û ez birim ber sobê. Kincên min ên şil ji min kir, bi şalekî ez zuha kirim û kincinên nû li min kirin. Min got, ‘‘Enê?’’ Ena min got, ‘‘Çi berxê min!’’ Min got, ‘‘Enê, zilamê mezin çawa zanin wê baran bibare!’’ Got, ‘‘Rehet e kurê min!’’ Min got, ‘‘Çawa?’’ Got, ‘‘Tu yê li ezmên binêrî, wecê ezman wek wecê bavê te be wê baran bibare!’’


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman