“Zargotina Çîyayê Sîpanê” derketiye

18/03/2025

Pirtûka zargotina kurdî bi navê “Zargotina Çîyayê Sîpanê” ji alîyê Kenan Subaşî û Hêcî Mihêmêdê Hêcî Mistêfa ve hatiye amadekirin. Weşanxaneya Nûbiharê ev berhema ku ji 398 rûpelan pêk tê, di sala 2025an de wek çapa yekem derxistiye.

Pirtûk sê beşên zargotinê radixe ber çavan

Kenan Subaşî, amadekarê pirtûkê, keresteyên zargotinê di sê beşên sereke de bi rêk xistine. Pirtûk destan, çîrok û meselokên herêma Çîyayê Sîpanê bi awayekî berfireh dihewîne û bi kurdî hatine amadekirin.

Her cure li gorî taybetmendîyên xwe cih girtine

Di pirtûkê de tevî ku sînorên di navbera cureyên vegêranên gelî de ne teqez in jî, berhemên hatine berhevkirin li gorî taybetmendîyên xwe di bin sernivîsên têkildar de cih girtine. Wek mînak, herçiqas şaxa Rustemê Zal destaneka lehengî ya mîtolojîk be jî, ji ber ku di îcraya çîrokbêj de nêzîkî vegêrana çîrokî bûye, di beşa çîrokan de hatiye bicihkirin.

Pirtûk zargotina kurdî diparêze

Ev berhem xebateka girîng e ku zargotina gelê kurd diparêze û radixe ber çavan. Amadekar hewl daye ku resen û orijînalîteya vegêranan biparêze û bi vî rengî bêyî destlêwerdan keresteyên folklorî pêşkêş bike. Di serê her beşê de, piştî malûmatên pênaseyî, vegêranên wekî ji devê çîrokbêj derketine hatine tomarkirin.

Çavkanî: Weşanxaneya Nûbihar


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Weşana paşê

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire