Zanîngehên Afganîstanê bêyî xwendekarên jin dest bi perwerdehiyê dikin

Zanîngehên Afganîstanê bêyî xwendekarên jin dest bi perwerdehiyê dikin
Zanîngehên Afganîstanê bêyî xwendekarên jin dest bi perwerdehiyê dikin
Botan Times

Li Afganîstanê piştî betlaneya zivistanê zanîngeh vebûn.

Lê destûr ji bo xwendekên jin nayê dayîn ku biçin zanîngehan.

Di meha Kanûnê de Wezîrê Xwendina Bilind ê Talîbanî li Afganîstanê bi daxuyaniyeke nivîskî çûna jinan a zanîngehê qedexe kiribû.

Bi vê biryarê Talîban polîtîkayên xwe yên destûrdayîna perwerdehiya jinan betal kiribû.

Di vê demê de jinên Afgan bi qedexeyên cûrbecûr ên bi vî rengî re rû bi rû man.

“Ez niha ne tiştekî me “

Jin dibêjin jiyana wan bi temamî hatiye guhertin.

Xwendekarê pola çaremîn a endezyariya kompîturê dibêje: “Ez niha ne tiştekî me .”

Ez niha ne tiştekî me. Min xwest ez zanîngehê xilas bikim û masterê bikim û paşê doktoraya xwe bikim. Min dixwest bixebitim û xizmeta welatê xwe bikim, lê êdî nikarim tû tiştek bikim.

Di 15 Tebaxa 2021an de piştî 20 salan Talîban cara dûyem rêveberiya Afganistanê bi dest xistibû û bibû desthildardar.

Çavkanî: BBC Turkçe

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et