Avahîya Zanîngeha Kobanîyê vebû.
Avahîya Zanîngeha Kobanîyê, ya ji alîyê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surîyeyê ve dihat çêkirin bi dawî bû.
Rêveberîya Xweser sala 2018yan dest bi xebatên avakirina zanîngehê kiribû lêbelê wan piştî demekî navber dabû xebatên xwe.
Par, dîsa Rêveberîya Xweser bi projeyeka nû dest bi xebatên avakirina zaningehê dike.
Li gorî nûçeya Rûdawê avahîya zanîngeha Kobanîyê îro bi amadebûna mamoste û berpirsên zanîngehê, bi şahîyeke mezin hat vekirin. Herwiha bi sedan şênîyên bajarê Kobanîyê û xwendekar beşdarî merasîma vekirina navenda nû ya Zanîngeha Kobanîyê bûn.
Avahîya nû ji 3 beşan pêk tê, 2 beş ji bo xwendekaran û beşek jî ji bo rêveberîyê ye.
Herwiha ji bo 400 xwendekarî pirtûkxane, laboratuar û cihê xwendinê hatin avakirin.
Zanîngeha Kobanîyê nêzîkî 3 hezar xwendekaran dihewîne û ew zanîngeh li bajarê Kobanîyê ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.