Yeşil Sol Parti bi mîtînga fînalê li Diyarbekirê bû

13/05/2023

Ajansên mezin yên mîna Reuters û AFPê ser Halkarın Demokratik Partisi (HDP) û dewama wê Yeşil Sol Partiyê dibêjin partîyên pro-Kurd û Diyarbekirê mîna merkeza wê Kurdbûnê dibînin. Çinku bi dehan salan e hem di hilbijartinên beledîyeyan de hem jî di ya meclîsa Enqerê de Diyarbekir bi piranîya rayên xwe li hêla partîyên pro-Kurd disekine. Yeşil Sol Partiyê ya li ser xeta partîyên pro-Kurd jî mîtînga xwe ya fînalê li Diyarbekirê çêkir.

Mîtînga Yeşil Sol Partiyê goreyî mîtîngên xeta wê partîyê yên salên borî hinekî sar û sist bû.

Dayikên laçiksipî, ku êdî dilsozên xeta partîyên pro-Kurd in, rengrengî, bi nîşana zaferê.

Selahattîn Demîrtaş sempatîyeka tam top kiriye ji gêncan.

Sloganên ji bo Serokê PKKê Abdullah Ocalan tevî talûkeya hepsê kêm bin jî hîn têne gotin.

Xususî ciwan li hêla Yeşil Sol Partiyê ne ku ew li partîyên din yên ku dibêjin ew jibo Kurdan siyasetê dikin pir xuya nabin.

Û kalekî ku dibêje ”Em raya xwe didin xwe” ku îcar jî li hêla Yeşil Sol Partiyê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

Alimek û Bîranînek

Weşana paşê

Dengdana ji bo Guhertinê: Hêza Hêviyê