Yenisahneyê bernameya xwe ya Berfanbarê eşkera kir

Yenisahneyê bernameya xwe ya Berfanbarê dîyar kir.

Yenisahneyê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wan bernameya xwe Berfanbarê aşkera kirîye.

Di bernameyê da şano, nîşandan belgefîlman, stand up û pêşangeha wêneyan cih digirin.

Di bernameyê da çalakîyên wekî Çatlak, Îmze û Bernameya Xwendina Helbestan ya Cezmî Ersöz, Jina Qelew, Qral û Travîs, Stand Upa Erdal Kaya, Serbaz, Ulyssesi Çevirmek, Karıncalar Aşk ve Ölüm, Forsa Şerko, Pinokyo Masalları Ülkesinde, Tirş û Tehl, Domuz Ahırı û Pêşangeha Wêneyan ya Hasan Acan û Behcet Çiftçi cih digirin.

Lîstika Qral û Travîs dê 10ê mehê promîyera xwe bike.

Lîstika Pinokyo Masalları Ülkesinde lîstika zarokan e.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times