Daneyên Googleyê nîşan didin ku piştî behsa pêvajoya aştîyê hatî kirin li ser Googleyê rêjeya lêgerînê ji nişkê ve bilind bûye. Bajarê herî zêde li “pêvajoya aştîyê” geriyayî Mugla ye.
DEM partî jî bi israr diyar dike ku divê serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibe yek ji aktorên vê pêvajoyê. Herî zêde xelkê Wanê li Googleyê bi navê Ocalanî lêgerîn kirine.
Çi bûbû?
Di nav fikara êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, Tirkîye difikire ku dest bi gotûbêjên aştîyê bi Kurdan re bike. Amberin Zamanê di nûçeya xwe ya ji bo Al Monitorê de ev îdia kiriye.
Ew jî ji bo vê îdiayê xwe dispêre rayedarên Tirkiyeyê. Em kurteya nûçeyê ji bo we pêşkêş dikin.
Sedemên vê guhertinê
Çavkanîyên nêzîkî hikûmetê dibêjin ku Serokomar Erdogan dixwaze pêşîyê li tevlihevîyeka muhtemel a li herêmê bigire. Tirkîye ditirse ku êrîşeka li ser Îranê dê bandoreka mezin li ser ewlehîya wê bike. Herwiha, Enqere dixwaze pêwendîyên xwe bi Washingtonê re baştir bike, ku ev jî dikare bi çareserkirina pirsgirêka kurdî ve girêdayî be.
Helwesta PKKyê
Rayedarên tirk îddîa dikin ku PKK niho ji bo destpêkirina gotûbêjan amade ye. Li gor çavkanîyan, PKK daxwaza xwe ya ji bo aştîyê nîşan daye û amade ye ku li ser çareserîyeka siyasî gotûbêj bike. Lê belê, aliyan hêj dest bi danûstandinên fermî nekirine.
Bandora li ser pêwendîyên herêmî
Tirkiye herwiha dixwaze pêwendîyên xwe bi Amerîkayê re baştir bike. Washington piştgirîya hêzên kurd ên li Sûrîyeyê dike, ku ev jî sedema metirsîyên ewlehîyê yên Enqereyê ne. Lê belê, hin berpirsên tirk hişyarîyê didin ku gotûbêjên bi Kurdan re dikarin bêhtir zehmetîyan ji Tirkîyeyê re çêbikin û pêwendîyên wê bi Îranê re xera bikin.
Astengîyên li pêşîya pêvajoyê
Digel ku hin nîşaneyên erênî hene, gelek astengî jî li pêşîya pêvajoya aştîyê hene:
- Nebûna bawerîya di navbera aliyan de ji ber dîroka têkoşînê ya dirêj
- Cudahîyên di navbera daxwazên Kurdan û sînorên ku hikûmeta tirk amade ye qebûl bike
- Bandora hêzên navxweyî û derve yên ku dikarin li dijî pêvajoyê derkevin
Ji beriya nûçeya Al Monitorê nivîskar û sîyasetmedar Îbrahîm Halil Baranî jî heman tişt îdia kiribû.
Çavkanî: Al-Monitor (Nivîskar: Amberin Zaman), Botan Times, Wikipedia, X, Google Trends