Yeklo Diklo Dimbazê Şemso Quto Repazê

Yeklo Diklo Dimbazê Şemso Quto Repazê
Yeklo Diklo Dimbazê Şemso Quto Repazê
Omer Faruk Baran
  • 8 Haziran 2023 14:53

Benedict Anderson yê ku serê xwe ser miletbûna miletan êşandiye, di kitaba xwe ya ser Fîlîpînan de hûrûkûr behsa meseleyên zimên dike.

Andersonê sedsala 20an dibêje, ne wer dûr e, hîn çend salên berê Fîlîpînan zêde-zêde Latînî didan ser zimanê xwe û ji ewên ji derva re bi Almanî û Îngîlîzî û ji hev re jî bi Fransî, Îspanyolî yan jî bi Tagalogî dinivîsîn.

Bi gotina Anderson be, li wî welatê Babîlkî, hinek Fîlîpînîyan hinekî Rûsî, Yunanî, Îtalyanî, Japonî û Çînî jî zanibûne.

Hem di serê sedsala 20an de serok û rêberên Fîlîpînî bi nêrînên milî tevî ku ji Îspanyolan nefret dikirine jî Îspanyolî bûye zimanê ku wan pê dida û distandiye.

Îspanyolî, statuyeka elît û heta radeyekê jî xayînî îşaret dikiriye, lê miletê Filîpînan li şûna bi dehan zimanên lokal ew ziman tercîh dikiriye.

Mesela, di dawîya sedsela 19an re, zanayekî zimanên Fîlîpînan, Isabelo de los Reyes, kitaba folklorê El folk-lore filipino bi Îspanyolî nivîsîye û bi vê xebata xwe di 23 salîya xwe de xelat sitandiye.

Ji vê kitabê, ji beşa Muzîk, Stran û Dans pasajeke êpêce enteresan neqil dike Benedict Anderson.

dal-lang aya daldal-lut
dal-lang aya dumidinal-lot


Isabelo de los Reyes, dibêje, ”Eynî çawa tê gotin ez werga yazi dikim vê gotinê”, lê dibêje, ”ez nizanim ezê bi çi şeklî tercûme bikim vê”, heta dibêje, ”ez î bi xwe yî Îlokanoyî me, lê ez dîsa jî fehm nakim, bi min wer tê ku ti mehneya dal-lang aya daldal-lut, dal-lang aya dumidinal-lot tune.”

Şor wer tê, ê min jî ji zarlixîya min ya Kurmancî ve yeklo diklo dimbazê, şemso quto repazê heye di qafê min de. Sed sal wextê min hebe seba tercûmeya vê, ez bi ser de bi sedan zimanan jî zanibim, texmîn nakim ku ezê kanibim, yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê, tam çerxa Tirkî bikim.

Di kitabeka Anton Çexov de, nav Sê Xwişk e, yek dibêje ‘’A binêrin berf dibare, çi ye mehneya vê?’’ Berf û Çexov û Sê Xwişk dîsa li şûna xwe, li dera han, mehneya vê lê, yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê, ka careka din bêjim, yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê.

Jêder:

Anderson, Benedict: Üç Bayrak Altında – Anarşizm ve Sömürgecilik Karşıtı Tahayyül, Çeviren: Emine Bademcî, Metis Yayınları, 2007

Anderson, Benedict: Hayali Cemaatler – Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması, Çeviren: İskender Savaşır, Metis Yayınları, 2023

Çehov, Anton: Üç Kız Kardeş, Çeviren: Ataol Behramoğlu, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2022