Yekem Xeleta Cemal Nebez hat dayîn

05/12/2023

Yekem xelatgira Xelatê Cemal Nebez bû Zara Mihemedî.

21ê Adara 2023yan komîsyona xelatdayînê îlan kiribû ku çalakvana kurdî Zara Mihemedî bûye xelatgira Xelata Cemal Nebez.

Zara Mihemedî, ji alîyê komîsyona hilbêjar ya weqfê ve ji ber karên wekî hînkirina zimanê kurdî, parastina mafê bingehîn yê zimanê dayikê û têkoşîna li dijî înkarkirina nasnameya kurdî hêjayî wergirtina xelatî hatîye dîtin .

Xelat li Berlînê bi merasîmekê hate pêşkêşkirin.

Jemal Nebez Foundationê li ser hesaba xwe Xê daye zanîn ku Zara Mihemedîyê ji ber hinek egerên sîyasî nekarîye beşdarî merasîmê bibe ku şûna wê Kanî Mihemedîyê xelat wergirtîye.

Li ser malpera Dezgeha Cemal Nebez hatîye destnîşan kirin ku xelat du salan carekê tê dayîn.

Xelat di qadên wekî politîka, qanûn, dîrok, zimannasî, huner, wêje, mûzîk, bîrkarî, bijîşkî û zanistên xwezayî da tê dayîn.

https://twitter.com/JNebzFoundation/status/1731736702765379604?s=20

Lînka malpera Dezgeha Cemal Nebezî https://jemal-nebez-stiftung.org/Kurd/Xelata-Jemal-Nebez


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha