Apê Nemir (Xelîl Osman Heme) wefat kir ku wekî sembola berxwedana Kobanîyê dihate zanîn.
Apê Nemir şervanekî binavûdeng yê YPG (Yekîneyên Parastina Gel) bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Navenda Ragihandinê ya YPGyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir ku wekî sembola berxwedana Kobanîyê dihat naskirin, di encama krîza dil de koça dawî kir.
Rojnameger Abdurrahman Gok ku yek ji rojnamegerên kurd bû dema şer li Kobanî geş bû, vîdeoyek li ser hesaba xwe ya YouTubeyê belav kirîye ku Apê Nemir li çeperî ye û ligel Gok diaxive.
Ew li Çeperan Bû
Apê Nemir li ser pirsên Gok var bersivan dide: Ez li hêvîya çete me, ji destpêkê ve, ez endamê YPGê me, ez ji kobanî me, navê min Xelîlê Osman û navê min yê hereketê jî Nemir e, ez gelek ketime şeran û gelek birîn bûme, gelê Kurdistanê tev, ez bi qurbana serê wan bim. Du zarokên min jî hene ev mehek e min zarokên xwe nedîtine, ez nizanim çi bûne, banga me heye ji her çar parçê Kurdistanê, banga me heye ji xelkê Amedê ra, (ew ji wextekî şûnde kelogirî dibe û digirî û nikare zêde biaxive), heval pir li cem min şehîd bûn nikarim biaxivim, hemû xortên bi xîret û namus werin têkevin bajar xwe û ji van çeteyan xelas kin, xelkê Kobanî, ne xelkê derva ê Kobanî bi xwe, li ser masa rûnenin û peyva nekin, ê bi xîret.
Apê Nemir di dema êrişa çekdarên DAIŞê ya sala 2014an de roleke mezin hebû.
Apê Nemir di berxwedana Kobanîyê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawîya xwe ya li Sirucê temam bike dîsa vegerîya çeperên berxwedanê.
Apê Nemir ku ji ber birîna milê wî seqet ma, piştî berxwedana Kobanîyê têkoşîna xwe di nava xebatên şoreşgerî de berdewam kir.
YPGyê derbarê wî de wiha got:
“Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobanîyê û welatparêzekî mînak. Bi hestên welatparêzî yên sade, pak jiya. Ji bo azadiya gelê Kurd jiya û xebat kir. Navê xwe wekî sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadîyê de nivîsand.”
YPGyê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata wî re xwest û soza şopandina rêya wî da. Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir sala 1950yê li gundê Dihapê yê Kobanîyê ji dayik bûye. Apê Nemir bavê 6 zarokan e.
Çavkanî: Rûdaw, Vîdeoya Abdurrahman Gok, Botan Times, Ajansa Mezopotamyayê
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.