Yek ji rêyên bingehîn a çareserkirina sansura online: Collateral Freedom

13/03/2024

Yek ji rêyên bingehîn a çareserkirina sansura online: Collateral Freedom

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) pêşenga 12ê Adarê Roja Têkoşîna Li Ser Înternetê ya Cîhanê, daxuyanîyek da. Li gorî daxuyanîyê, bi xêra operasyona Collateral Freedom li 32 welatan ji 100î zêdetir malperên îternetê yên sazîyên medyayê ji nû ve hatine vekirin (astengîya li ser weşana hat rakirin): Deh salên dawîyê ji sedî 20 zêde bûye. 

Her ku diçe Operasyona Collateral Freedomê bi hêz dibe. RSFyê li temamîya cîhanê, operasyoneka çareserkirina sansurên li ser medyayê daye destpêkirin ku par ji sedî 20 jinûve vekirina malperan zêde bûye û bi giştî astengîyên li ser 100 malperên nûçeyan hatine çareserkirin.

Ji bo çareserkirina sansuran, bi rêbaza “mirroring” (kopykirin), li ser rajekarên şîrketên înternetê yên cîhanê ên bijare kopyayek tê çêkirin. Ji ber ku astengkirina van malperên kopyayê di heman demê da tê wateya astengkirina şîrketên berbehs jî (yên ku karê kopyakirina malperan dikin), dibe ku astengkirina van malperan ji bo rejîmên otorîter encamên xerab bi xwe ra bîne.

Ji bo pêkananîna vê yekê, Collateral Freedom malperên kopyakirî çêdike – yanî kopyayên teqûz yên wan naverokan, ên malperên medyayê yên astengkirî li ser lînkeka din tên hewandin û bi awayekî hevdem têne venûkirin. RSF ji bo biserhilbûna guherînên teknîkî yên astengkirinê, sepana Collateral Freedomê pêşkêş dike. Collateral Freedom dibe alîkar ku kopyayên malperan ava bibin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha