“Hişê çêkirî dê zimanê nûçeyên kurdî serast bike”

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Endazyarê kodnivîsîyê Yehya Lezgîn Çalîyî diyar kir ku wan ji bo serastkirina zimanê nûçeyên kurdî bernameyek çêkiriye. Li gor agahîyên Yehya Çalîyî, li beşa 54. ya bernameya “The Diwaxan Podcast”ê dayîn; Bernameya serastkarîya zimanî ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye çêkirin û dê zimanê desgehê bêxe di standardekê de. Yehya […]

“Hişê çêkirî dê zimanê nûçeyên kurdî serast bike”
“Hişê çêkirî dê zimanê nûçeyên kurdî serast bike”
Murat Bayram
  • 5 Ocak 2023 12:24

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Endazyarê kodnivîsîyê Yehya Lezgîn Çalîyî diyar kir ku wan ji bo serastkirina zimanê nûçeyên kurdî bernameyek çêkiriye.

Bernameya The Diwaxan Podcast

Li gor agahîyên Yehya Çalîyî, li beşa 54. ya bernameya “The Diwaxan Podcast”ê dayîn;

Bernameya serastkarîya zimanî ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye çêkirin û dê zimanê desgehê bêxe di standardekê de.

Yehya Lezgîn Çalîyî got bername dê wek bernameya “Grammarly” kar bike.

Bername dê ne bi tenê gotinên xelet bibîne û dê xeletîyên hevoksazîyê jî bibîne.

Wek Grammarlyê ye

Wêne: Pexel

Grammarly bernameyeka serastkirina zimanî ye ku sala 2009ê li Kieva Ûkraynayê hatiye çêkirin. Vê gavê navenda wê li San Franciscoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Grammarlyê xwe wek “alîkara nivîsînê” daye nasîn.

Yehya Lezgîn Çalî avakar û CEOyê Şirketa OVANYAyê ye. OVANYA yekem û tekane şirketa kurdan e ku karê wê robot û bernameyên bi hişê çêkirî ye.

Çêkerê Ronyê jî Yehya Lezgîn Çalî ye!

Logoya Ronyê

Rony rojnamegereka robot a kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke. Yehya Lezgîn Çalî kodên robotê dinivîse.