Yahhya: Hebûna zimanî nîşaneya qudreta xwedê ye

  • 29/11/2023
Yahhya: Hebûna zimanî nîşaneya qudreta xwedê ye
Engin Ölmez Fotoğrafı

Engin Ölmez

29/11/2023

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Passport.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Xebatên albuma nû bi dawî dibin. 8 sitranên nûpînûh ku hun dê cara yekem bibihîsin, Adara 2024an ger pirsgirêkek dernekeve dê bi were be.

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Ez heyranê wan kesan im yên ku ku destê xwe dixine bin kevir û fikir û ramanên xwe venaşêrin û guh nadin xelkê. Ji ber ku ew kes, jiyana wan bi êş û keder derbas dibe lê ji bo nifşên pêşerojê dibine mînak, find û çira.

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Min karîbûya biçûma paşerojê, min dê silavek li Selahaddînê Eyyubî bikira û bigota şur sinbêlên te nebire mîrê mîran, ka vê ayeta Qur’anê (Rûm 22) careka din bixwîne, hebûna zimanê te, nişaneya qudreta xweda ye, haya te ji te hebe heyraaaaaaaaaaan.

Şîrove*

%d