“Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hêz û eşqek e”

“Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hêz û eşqek e”
“Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hêz û eşqek e”
Beril Caymaz
  • 12 Ocak 2023 07:12

Ji bo Ingilîzî Bitikîne


Hejmara 2yem ya Kovara Lewergerê derket.

LEWerger kovareke xwerû ya wergera helbestê ye. Hejmara yekem jî di 1ê îlona 2022an de derketibû.

Berpirsên LEWergerê ji ser hesabê kovarê yê tora civakî derketina kovarê ragihandin û gotin: “LEWerger bi hejmara xwe ya 2yem û bi naveroka xwe ya xurt derket!”

Lijneya weşanê ya LEWergerê ji 3 kesan pêk tê. Bi 3 zaraveyên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî wergeran diweşîne.

Di hejmara 1em de 7 û di hejmara 2em de jî 8 edîtor hene.


Yeqîn H. ku yek ji edîtor û berpirsê LEWergerê û endamê Lijneya Weşanê ye, li ser kovarê ji Botan Timesê re got,

“Me ji xwendevanan eleqeyeke xurt dît. Ev bi me dan hest kirin ku em karekî hêja û cihêreng dikin. Me hejmara 2yem jî bi motîvasyoneke hê xurtir û bi vê dilxweşiyê amade kir.”

“Wergêr helbesta ku wergerîne wekî xwe dibîne”

Yeqîn dîyar ku,

“Em dikarin bêjin kesên di warê wêjeyê de xebatan dikin, wekî wergêr, nivîskar, kesên têgihîştî û helbet xwendevanên kurdî yên zîrek xwedîtî û pêşwaziyeke qenc li kovarê kirin.”

Wî diyar kir, wexta ku wergêrek ji bo ku wergerîne helbestekê hildibijêre, wê helbestê wekî xwe dibîne, wê nas dike, hest dike û wekî perçeyeki çîroka xwe ya hezkirina helbestê û çîroka jiyana xwe dibîne û werdigerîne.

Helbest ne xwarinek e û wergêr jî ne ew kes e ku…”


Yeqîn H. dîyar dike ku ew ji wergêr ra nabêjin vê helbestê wergerine û got,

“Em siparîşan nadin û nabêjin filankes tu dikarî ji kerema xwe vê helbestê ji me re wergerînî. Helbest tiştekî zindî ye û jê re hez û hezkirî divê. Wergêr bi xwe lê digere, dibîne, dixwîne, daxilî nava wê dibe, jê hez dike. Helbest ne xwarinek e û wergêr jî ne ew kes e ku em kevçî bidin dêst û bêjin a ji te re kevçî û gerek tu wiha bixwî. Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hez û eşqek e ”

LEWergerê heta niha ji 12 zimanan helbest wergerandiye.

Foto1: Instagram, lewerger_