Xwendevanên Botan Timesê çi gotine?

Xwendevanên Botan Timesê çi gotine?
Xwendevanên Botan Timesê çi gotine?
Botan Times

Xwendevanên Botan Timesê li binê nivîsan fikrên xwe û şîroveyan dinivîsin. Kerem bikin lê binêrin ka xwendevanên me çi gotine:


Silavên germ di serma payîza edeb û hunera kurdî de! Di şopandina nivîsarên we yên giranbiha de, çawa ku ez bi zimanekî gelekì serkeftî dihesim; herweha bi mejiyekî xîretkêş, yê ku temamê bala wî li ser armancê civiyaye dihesim. Desthevdana xîreta ayînî û netewî, di derûniya giyanê mirov de, hêzeke efsûnî û cadûker peyda dike. Di xebatên cenabê we de her serkeftin û pêşketinê hêvî dikim.

[email protected]

“Ji bo miletê me jî bikare fîlmên xwe çêbike” çi lazim e? Kanalên taybet ên televîzyonê lazim e. TRT kurdî heye lê kanala dewletê ye. Bo geşbûna pîyaseya kurdî, berî hertiştî kanalên taybet şert e. A rast, bo ziman û çanda kurdî jî, di xebatên kurdî de bo serbestiya fikrî û hunerî jî kanalên taybet pir girîng e. Dibêm qey vekirina kanalên taybet ên kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye. Qedexe nebe jî dibe ku zehmet be. Kurdên dewlemend û yên xêrxwaz dikarin hewl bidin kanaleke kurdî a taybet a ser huner, çand û zimanî vekin.

[email protected]

Silav. Ez hefteya derbaz bû sê rojan li Dîyarbekir bûm. Bi tirkî axaftin û bi zarokên xwe ra bi tirkî axaftina kurdan şaşitiyek pir mezin e. Hêvîdar im haydarê çewtiyên xwe bin û xwe demek kin da sererast bikin. Dema wisa nekin ewê di nav çewtiyên xwe da wenda bibin û biçin.

Hesen

Siheta te xweş mamoste. Welleh min jî di qlasîkan de xwendibû. Li min digot qey di Nem û Zînê da derbas dibû.

Anonîm