Xwendekarên Diyarbekirê, cilikên leşkerên Ukraynayê didirûn

Li navçeya Qulpê ya Diyarbekirê di atolyeyekê de ji bo leşkerên Ukraynayî kîsên razanê û kamûflaj tên çêkirin.

Lî gor nûçeya Ajansa Îhlasê di atolyeya Navenda Perwerdehîya Pîşeyî (MESEM) de 70 xwendekar rojane 800 kîsên razanê didirûn.

Xwendekar Behçet Yildiz ew ji bo alîkariya aboriya navçeyê bike hefteyê 4 rojan di vê atolyeyê de dîxebite.

Xwedîya Firmayê Murat Toprak got ku “Em lî vir çêdikin û rasterast dişînin Ukraynayê, ji wir jî diçe cepheyê.”

Toprak anî ziman ku bi 70 dolarî difiroşin û hedefê wan nêzîkê 250 karmend e.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times