Xezeba Gezê

04/09/2024

Tarî, her der tarî ye. Wekî ku tu nû ji gora xwe radibî û derdikevî, bi rê ve diçî. Westiyayî, ev westandin ji ku tê? Te kevir ranekiriye, gora xwe av nedaye, esman paqij nekiriye bi kef û avê. Wê çaxê, çima wiha bê hal î, nizanî. Bi zorî piyên xwe kaş dikî heta ku kursiyekî dibînî di nav wê tariyê de. Nêzîk dibî, fehm dikî ku biriqîna li ser wê toz e, toza bi salan e belkî. Cilê te jî zehf qirêj e, bi toz e, lê dîsa jî ji ber hînbûnê, devê xwe nêzîkî tozê dikî û pif dikî, ji bo ku piçekî paqij be. Lê toz naçe, wisa bi hişkî pê ve girtiye, tu qûfekî av jî birijînî dê jê neçe. Dê bila, dibêjî û hema rûdinî. Hemû bedena te westiyaye, ji ber vê dixwazî hema bêhna xwe bidî. Bi her du destan stûyê xwe digirî, hema hinek dizivirînî, çîreçîrek jê tê, wekî ku yaxa wî kêm bûye, bi zorî hema dizivirînî û serê xwe ji cihê wî derdixî û datînî erdê. Serê te hinek rihet dibe. Paşî her du piyên xwe jî bi heman awayî dizivirînî û derdixî, li ber xwe dirêj dikî, dibêjî bila ew jî hema hinekî razên ji xwe re. Tu dixwazî her du milên xwe jî derêxî, lê ew jî wek stûyê te baş nazivirin. Tu hinekî xwe diêşînî, ev îzatir e, lewre tu bi destekî milê xwe derdixî. Wekî ku tu her carê dikî, hêj milekî xwe bi temamî dernaxî, yê din jî sist dikî û bi her du destan milên xwe yên beranberî hev bi şidî digirî û ji nişka ve dikişînî. Qirpîniyek tê, Xwedê zane hestiyê yek ji wan şikest, lê bila qey dê dîsa bikeve cihê xwe, lewre ev ne cara ewil e ku wiha dibe.

Niha bê ling, bê mil, bê serî tu zehf rihet û sivik î, îcar dikarî li ser kursî çêtir bi cih bibî, xwe hema hinekî dibî û tînî, cihê xwe xweşkês dikî û bi şahiyeke mezin pişta xwe berdidî ser. Çavê te yê ku bi serê te re, xwe li erdê vezelandiye, temaşeyî stêrkekê dike, wey babû dibêjî, nizanî çend mîlyon sal in, ew stêrk li wê ye. Tu şaş dimînî, hema qet naweste? Feqîrê li cihê xwe aliqî maye. Wê demê hema bala xwe didî darên li ser xwe, Xwedêkirî te çavên xwe dernexistine îşev, qet nebe, ne zelal jî be, di wê tariyê de siya hinek tiştan dibînî. Tu çawa çav li darê dikevî, fêkiyekî dibînî li ser, lê nizanî ka sêv e yan karçîn e. Dixwazî xwe bigihînê, ne dest heye, ne pê.  Hema pişta xwe bi carekê radikî, çawa ku yek ji piştê ve te dehf dide, berê xwe didî serê xwe, di nav tozê de xwe digevizînî, piştî du, sê ceribandinan tu stûyê xwe digihînî serê xwe. Hema çawa piçekî digihîjin hev, tu wek yekî mozdayî di cihê xwe de dizivîrî, dizivîrî heta ku serê te dikeve cih. Tu di nav xwîdanê de mayî, hema sor bûyî. Tu vê carê di cihê xwe de, xwe hildiavêjî, ha tu dibînî te xwe gihandiyê, devê te bi fêkî digire, tu li ser hewa dimînî, nikarî gez jî bikî, gez bikî tu yê bêjî gurm û bikevî erdê. Pişta te bibe du kerî jî, kes nayê sersûya te, tu dizanî. Ji ber vê tirsek dikeve nav dilê te, tu dibêjî xwelîser, ev nîkîtîbûna te dîsa bû belayê serê te. Ji nişka ve tu dibînî ku tu li ser qûna xwe dikevî erdê û ji devê te xwîn dibare. Zimanê xwe dibî ser diranên xwe û pê dihesî ku her çar diranên pêşîn tunene û di devê te de kulekeke mezin vebûye. Tu dibêjî bila, pişt neşkest, ew jî xêra Xwedê ye, dan tunebe jî dibe. Tu bedena xwe dirêjî pê û milên xwe dikî, wekî miqnetisekê hev dikişînin. Piştî ku tu xwe temam dikî, wekî dînekê serê xwe dihejînî, bi xwe dikenî û bi rê dikevî.

Tu nizanî tu yê çi bikî, hema wisa diçî. Rastî xaniyekî tê, tu dibêjî qey xaniyê te ye. Diçî ber deriyê pêşîn, girtî ye. Lê digerî û deriyekî din dibînî, axir vekirî ye. Dikevî hundir, ev xanî dibêjî, hem nas e hem xerîb. Li dora xwe temaşe dikî, baş nayê bîra te ka tiştên tê ve yên te ne yan na. Çawa ku te mejî xwaribe, piçekî hêrs dibî, lê kena te jî tê. Hemû deriyê li hundir girtî ne, tu li tara têra digerî û hema deriyekî vedikî. Tê ve maseyeke mezin heye, bi tenê mase, kursî jî tuneye li derûdora wê. Bi her du destên xwe yên qirêj maseyê digirî û xwe dikişînî ser û li ser rûdinî. Bêdengî heye, wek cihekî efsûnî ye, hinekî ditirsî jî. Gelo di odeyên din de jî tenê mase hebûn, tu dibêjî, xwezî te deriyê wan jî vekira. Bêhneke ecêb tê ji hundir, bêhna kifkî, an jî na, bêhna nanê kartû ye, serê xwe ber bi binê maseyê ve ditewînî û çend kerî nan dibînî li wê. Ka ji kengî ve li wir in, dibêjî. Heyfa xwe bi wan tînî. Dema ku dixwazî ji ser maseyê dakevî, ji nişka ve, bi dengekî bilind, av vala dibe. Tu serê xwe radikî, li jor fişfişokeke mezin a serşokan heye û hema ava xwe berdide ser te.

Di bin wê ava têhnşîr de, hinekî rûdinî. Bi carekê, bi tiştekî dihesî, nawêrî li pişta xwe temaşe bikî, lê tu dizanî pêjna însên e. Jin e yan mêr, nizanî, bêhn jî nayê te ji ber şireşira avê, ji bo ku fehm bikî. Ji dawiyê ve, her du milên xwe diavêje ser te û te himbêz dike, tu di nav her du milan de dimînî û nikarî xwe tev bidî. Ji tirsan dixwazî dev biavêjî, nikarî. Tu û ew, ew jin an jî mêr, hûn her du jî şil dibin û te bernade. Tu li ser stûyê xwe hîs dikî, çar diranan. Bi her çar diranên xwe stûyê te gez dike û goştê te jê dike, tu dikî qijînî, çawa ku dengê te digihîje esmanan, birûskek vêdikeve û tê li ser rûyê te dikeve. Bi her gezekî, bi her qijîniyekê, birûskek tê û rûyê te dibiriqîne heta ku hemû rûyê te dişewite û fişfişoka avê disekine.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sevda Orak Reşitoğlu

Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên