France 24 îro Duşemê ragihand ku Tirkîyê elçîyê Fransa yê li Enqerê vexwendiye Wezareta Derve.
Li gor France 24ê, Tirkîye dide zanîn ku Fransayê di protestoyên Kurdan de, ku li Parîsê li dar ketibûn, rê li ber ‘’propagandaya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)’’ negirtiye.
Medyaya Tirkîyê jî dîyar kiribû ku berpirsên Tirk ser protestoyan nerazîbûnên xwe ji elçîyê Fransa re gotine.
Jêderên Botan Timesê didin zanîn ku di protestoyên ser êrîşa Parîsê de, flamayên PKKê hatibûn bilindkirin ku ew rêxistin ji alîyê Tirkîye û hevbendên wê yên Rojavayî ve wek rêxistineke terorî tê qebûlkirin.
Xêncî flamayan, di protestoyan de pankartên dijî hikûmeta Tirkîyê hatin bilind kirin û sloganên dijî serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan hatin gotin.
Dîplomatekî ji France 24 re gotiye ku jiber ku Fransayê rê li ber ‘’propagandaya reş’’ ya PKKê negirtiye Enqerê elçîyê Fransayê vexwendiye.
Danûstandinên Fransa û Tirkîyê jiber nelihevkirinên li Sûrîyê û hin herêmên din ew demek e ne di asta geş de ne.
Protesoyên komên Kurd yên li Parîsê li dû êrîşeke çekdarî ya li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya destpê kirin.
Di êrîşê de 3 kes hatibûn kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûbûn ku hemî Kurd bûn.
Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da23/04/202416:21 ‘Ay lê gulê’: Stranên li ser ‘Gul’ê23/04/202414:40 Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg23/04/202412:12 Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48