Ba û bager çi ye? Yek tîne û yê din dibe? Yek guhdarî dike yek piştguh dike? Çi ye jiyan? Guhdarîkirin? Axivîn? Bêwatebûn di her rewşê de? Tu diaxivî yê li hember guhdar nake, an jî fehm nake? Çi ji wê jiyanê? Tu dijî ew najî, ew dijî tu najî? Ka reng? Ka jiyan? Ka hest? Ka ken? Tu wisa dimînî: matmayî! Belkî çavên te wisa matmayî dinêrin, an jî vala, wekî ku li hemberî te xelekeke virtîvala hebe, çavên li hemberî te jî wisa ne gelo? An dixwazin tiştekî bibêjin, bi mejiyê xwe yê têr û tije? Lê ka ew bawerî? Baweriya ku ji çavên wan dibînî, te didît berê? Ka? Qîrîna “ka”yê digihîije fîseqerê û tê de tune dibe. Ka tu, ka ew, ka jiyan?
Tu jiyabûy, bi baweriya xwe, lê ew bê bawerî bûn gelo? Ka her tişt? Ziman, nêrîn, stran, têl û tar? Çima xerîb e her tişt? Tu ne ya vê dinyayê yî qey? Çima tiştên ku her kes qebûl dike tu nikarî bikî? Çima di riyên ku her kes tê de dimeşe nikarî bimeşî? Çima ji dengan kêfek nastînî yên ku her kes jê distîne, kêm jî be! Çima tu xwe aîdî vê derê hîs nakî û dixwazî hema xwe xilas bikî? Tu kî yî? Tu çi yî? Deng î tu? Têl? Mû? Çi?
Ev pirsên te yên serhev ku di mejiyê te de dibin girêk, tu bersivekê dernaxin pêşiya te. Wexta derdixin jî dereng dimînin, çawa ku di orkestrayê de dengê basê bi nîvê saniyeyekê dereng derdikeve meydanê, wê çaxê hemû herikîna muzîkê xirab dike. Ev jî, ev bersiva dereng, deriyekî venake ji bo jiyana te, bereksê vê, harmoniya ku te bi zorî ava kiriye, xwar dike, xirab dike, bê tam dike. Tu difikirî wê demê, heke ew bas piçekî dereng nemîne, dibe ku jiyana te jî bi rêk û pêk bibe. Lê, wekî ku tu jî dizanî, teqeziya vî tiştî tuneye; carinan hest û guh nikarin bi hev re tevbigerin. Wexta ku nikarin bi hev re tevbigerin, di wan deman de, tu dixwazî her du guhên xwe bigirî û devê xwe vekî, heta ji te tê, bi dengekî bilind strana xwe bibêjî da ku di nav wê tevliheviyê de wenda nebî. Lê carinan, dema ku derfet tunebe ku tu wiha bikî, hemû canê te diêşe, lewre her derê laşê te, ji derve û ji hundir, hîs dike vê bêharmonîbûnê. Ev bes e ji bo tu biqehirî. Tu wexta ku diqehirî, canê xwe bidî ber ceyranê jî rihet nabî.
Tu xwe dizanî, kes bi qasî te, te nas nake. Ji ber vê, tu her carê bi jan jî be, çareseriyekê dibînî, lê tu nizanî her carê dibe bersiv bo jiyanê yan na. Tu vê carê jî hîs dikî ka tu yê çawa xwe xilas bikî, ji êşa wî dengê basê yê derengmayî, bi nîvê saniyeyekê. Tu hîs dikî, paresûyên te dişidin, tu dizanî li wir tiştek heye. Çawa ku bin pêsîrên xwe dikî du şeq, xwe digihînî paresûyên xwe, tiliyên xwe bi awayekî digihînî navbera her duyan. Hinekî zorê didî xwe û ji hev dûr dixî, wekî du dîwarên bi hev ve. Qirçînî ji hestiyan tê, lê ne xem e, dibêjî. Tu hinekî din ji hev dûr dixî, guh didiyê, rûyê te tirş dibe, lewre pirsgirêka ku tu lê digerî ne ew e. Destê xwe hinekî din dibî xwarê û dikevî nav rêviyên xwe yên tevlihev. Tu difikirî, ji zû ve ye te ew ji hev venekirine, hemû ketine nav hev. Tu bi serê yekî digirî û dikişînî, her ku dikişînî dilê te xayîz dike, tu carinan ji vê hîsê hez dikî lê carinan jî dilê te tevlihev dike.
Cara ewil e ku tu rêviyên xwe derdixî derve. Tu dikî nakî dawî nayê, lê axir hemû li ber te ne. Tu bi awayekî xweşik wan dikî sê bir û bi awayekî pisporî dest bi honandinê dikî. Tu wextekî dihonî û destên te diqerimin. Dîsa jî tu xwe pîroz dikî û dixwazî eniya xwe maçî dikî, lewre hunera li ber te zehf kêfa te tîne. Belkî dibêjî, bi vê honandinê hemû deng bêne ser hemdê xwe. Tu hunera xwe digirî destê xwe, zehf dirêj e, hinekî datînî ser milê xwe ji bo ku karê xwe rihettir bikî. Porê xwe yê gijik bi destê xwe hinekî rast dikî, hunera xwe ya ku te ji rêviyên xwe çêkiriye dibî ber eniya xwe û li dora serê xwe dipêçî. Piştî ku du sê caran lê digerînî, bi hev ve girê didî. Tu pê dihesî ku zikê te ji valabûna xwe razî ye, lê serê te bi wê xemla giran dê çi qas li ber xwe bide, nizanî.