Xelatên Oscarî: Oppenheimer di heft beşan da xelat wergirtin

Ji
11/03/2024

Beriya merasîma xelatdayînê û di dema merasîmê de li derveyî salonê û li hundir mijara sereke, şerê li Xezeyê bû.

Merasîma 96an a xelatdayînê ya Xelatên Oscarî li Dolby Theatreyê ya Los Angelesê, ya bajarê DYAyê pêk hat. Xelata “Baştirîn Fîlmî” dan Oppenheimerî, ya “Baştirîn Derhênerî” jî dan Christopher Nolanî.

Beriya merasîmê û di dema merasîmê de li derveyî salonê û li hundir, mijara sereke, şerê li Xezeyê bû. Daxwaza agirbestê hebû.

Di dema merasîmê de xelata “Baştirîn Fîlmê di Zimanê Biyaniyan de” “Zone of Intereset” baştirîn xelat wergirt. Derhênerhe fîlmî Jonathan Glazerî dema xelat wergirt bertek nîyanî êrîşên Îsraîlê û dagirkeriya wê da.

Li ber Dolby Theatreyê alîgirên Filistînê kom bûn û ji bo li Xezeyê agirbest pêk bê çalakiyek li dar xist.

Ji ber vê rewşê, merasîma xelatdayînê hinekî bi derengî dest pê kir. Hinek lîstikvanên Hollywoodê jî bi broşên agirbest nîşan didin, li ser xalîçeya sor meşiyan. Ramy Youssef, Mark Ruffalo û Billie Eilish hinek ji van lîstikvanan bûn.

Oppenheimer xelata “Baştirîn Fîlmî” wergirt

Îsal Oppenheimerî di heft beşan de xelat wergirtin.

Xelatên hatin dayîn

Baştirîn Fîlm: Oppenheimer

Baştirîn Derhêner: Chistopher Nolan – Oppenheimer

Baştarîn Lîstikvana Jin: Emma Stone – Poor Things

Baştirîn Lîstîkvanê Mêr: Cillian Murphy – Oppenheimer

Baştirîn Lîstikvana Alîkar: Da’Vine Joy Randolph – The Holdovers

Baştirîn Lîstikvanê Alîkar: Robert Downey Jr. – Oppenheimer

Baştirîn Strana Resen: What Was I Made For? – Barbie

Baştirîn Muzîka Fîlmî: Oppenheimer

Baştirîn Sînematografî: Oppenheimer

Baştirîn Efektên Dîtbarî: Godzilla Minus One

Baştirîn Belgefîlm: Mariupol’de 20 Gün


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha