Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya 2024ê ji bo lêkolînên li ser proteînan hatiye dayîn

11/10/2024

Akademîya Zanistê ya Swêdê biryar daye ku Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya sala 2024ê bide sê zanyaran:

  • David Baker ji Zanîngeha Washingtonê, ji bo “dîzayna hesabî ya proteînan”
  • Demis Hassabis û John M. Jumper ji Google DeepMindê, ji bo “pêşbînîya avahîya proteînan”

Keşfên girîng ên di warê proteînan de

Baker di sala 2003yê de, ji bo afirandina proteîneka nû serketiye ku ew ne wek tu proteînên din bû. Ji wê demê ve, komeleya wî ya lêkolînê gelek proteînên nû afirandine ku dikarin wek derman, vaksîn, û nanomateryalên biçûk bên bikaranîn.

Pêşbînîya avahîya/avabûna proteînan

Di sala 2020î de, Hassabis û Jumper modeleka hişê çêkirî ya bi navê AlphaFold2 pêşkêş kirine. Bi alîkarîya vê modelê, wan karîne avahîya hemû 200 milyon proteînên ku zanyaran nas kirine, pêşbîn bikin.

Bandora xebatê

Ev keşf rê didin zanyaran ku ji bo berxwedana antîbîyotîkan baştir têbigihîjin. Û dê baştir bikarin nexşên enzîmên ku dikarin plastîkê hilweşînin çêbikin. Niho zêdetirî du milyon kes ji 190 welatan AlphaFold2 bikar tînin.

Girîngîya proteînan

Jiyaneka bê proteînan ne mimkin e. Proteîn hemû reaksîyonên kîmyayî yên ku bingeha jiyanê ne, kontrol dikin û bi rê ve dibin. Karîna pêşbînîkirina avahîya proteînan û dîzaynkirina proteînên xwe ji mirovahîyê re gelek sûdbexş e.


Çavkanî: Botan Times, Komîteya Xelata Nobelî ya Kîmyayê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Xelata Nobelî ya Fîzîkê ji bo “hînbûna makîneyî” hatiye dayîn

Weşana paşê

Li Îranê di du rojan de 11 girtî hatine îdamkirin – Jimara Kurdên îdamkirî bûye 100