Xelata Cemal Nebezî dê ji Zara Muhammedê re bê dayîn

Xelata Cemal Nebezî dê ji Zara Muhammedê re bê dayîn
Xelata Cemal Nebezî dê ji Zara Muhammedê re bê dayîn
Botan Times
  • 23 Mart 2023 10:37

Xelata Cemal Nebezî dê ji mamosteya kurd Zara Muhammedê re bê dayîn.

Komîteya Xelata Cemal Nebez li Berlînê ragihand ku xelat dê ji mamosteya Kurd a parastina mafên bingehîn ên zimanê kurdî dike, Zara Mihemedî re bê dayîn.

Xelata yekem ji mamosteya kurd Zara Muhammedî re dê bê dayîn ku ev ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û piştre hat berdan.

Xelata Cemal Nebezî a Berlînê îsal cara yekem tê dayîn.

Komîteya Xelata Cemal Nebezî ji çar parçeyên Kurdistanê û 7 Kurdên li dîasporayê dijîn pêk tên.

Cemal Nebez kî ye?

Cemal Nebez di sala 1933an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Li ser Psîkolojî, fîzîk û bîrkarî û şerîat û felsefeya îslamî xwendiye.

Li Almanyayê zanistên siyasî, rojnamevanî û hiqûqê xwendiye.

Nebezî ku di salên 1950î de li zanîngeha Bexdayê beşa fîzîk û matematîkê xwendiye, li zanîngehên cuda yên Kerkûk, Hewlêr, Besra û Bexdayê mamostetî kiriye.

Wî ku piştgiriyeke mezin ji Partiya Sosyalîst a Kurd re hebû, di xebatên Kongreya Neteweyî ya bi serokatiya Cevat Mela de xwedî roleke girîng bû. Nebez xwedî hişmendiyeke neteweyî bû, kedeke girîng di têgeha neteweya Kurdistanê de da.


Di 8ê Kanûna 2018an de li Berlînê di 85 saliya xwe de koça dawî kir.