Sersal tê, lê menuyeke sala borî sê qat buha bûye..

Sersal tê, lê menuyeke sala borî sê qat buha bûye..
Sersal tê, lê menuyeke sala borî sê qat buha bûye..
Gulistan Korban
  • 20 Aralık 2022 11:51

Enflasyona li Tirkiyê rojane tesîrê li buhabûna xwarin û vexwarinê dike û ev yek jî bo hin kesan rê li ber guherandina edetên jîyanî vedike.

Di van rojan de em hêdî hêdî ber bi dawîya sala 2022yan ve tên û li derdorê hazirîyên bo pîrozbahîyên sersalê dibînin. Lê li gor salên borî çend kes dikare li derve sersalê pîroz bike?

Bo vê pirsê bibersivîne, Avansas ya amurên ofîsan difiroşe, di nav xebatkarên xwe de lekolînek kiriye.

1000 kes beşadarî li lêkolîna Avanasasê bûne û ji wan %80î dîyar kiriye ku ew îsal nikarin sersalê li derve pîroz bikin.

Çima xebatkar îsal di sersalê de nikarin ji mal derbikevin, ji sala borî heta niha çi guherî û enflasyon tesireke çawa li ser jîyanan kiriye.. Botan Times bo van pirsan bi xebatkaran re axifî.

“Benzîn buha ye, êdî em naçin bajarekî din”

Endazyar Emre Çelîk dibêje wî heta niha sersal li derve, li bajarekî din pîroz dikirye, lê jiber buhayê ew îsal nikare here bajarekî din bo pîrozbahîyan.

Emre dîyar dike ku plana wan hebûye ku ew bi mala xwe re biçe Kapadokyayê, lê jiber buhayê benzîn û mazotê ew nikarin herin.

”Em bêjin em bi balafirê biçin ew jî bûye sê qat. Mixabin jiber buhayên heqê rê me plana xwe da rawestandin” Emre dibêje.

”Menûya sala borî 3 qat buha bûye”

Şewirmendê Darayî Sultan Tekîn jî balê dikişîne ser buhayên sersalê û dibêje menuya sersalê ya sala borî 150 lîra bû îsal bûye 500 lîra û ew bo wê gelekî giran e.

”Em her sal bi 4 heval bi hev re derdiketin, me li derve xwarin dixwar lê îsal em ê xwarinê li malê hazir bikin, wisa erzantir e.” Sultan dibêje.

“Derketina derve êdî bo me jî bûye wekî xeyal”

Buhayê tesîr li jiyana mîmar Dîdem Şahînê jî kiriye. Dîdem, ku karmend e, dîyar dike ew berê li orte sinif bûye, lê ew niha di rewşa xizanîyê de dijî.

Dîdem dibêje niha ew neçar maye ku pereyên bo pîrozbahîyên sersalê bide faturaya gazê û dide zanîn ku ew pîrozbahîyên li derve êdî bo wê jî bûye weke xeyalekê.

Îsal menuyeke sersalekê ya li oteleke 5 stêrkî ji 1000 lîrayî destpê dike û heta 1800 lîrayê diçe. Li Tirkîyê meaşê kêmane 5500 lîra ye ku teqabulî 295 dolaran dike.