Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Xanna Omerxalî dê Xelata Cemal Nebezî bistîne

23/03/2025

Xanna Omerxalî, nivîskara Kurd a Êzidî, ji aliyê Weqfa Cemal Nebez a Berlînê ve hêjayî xelatê hatiye dîtin. Xelatdayîn dê mehên pêşiya me pêk bê.

Lijneya xelatê biryar daye ku Omerxalî ji ber lêkolînên xwe yên li ser dab û nêrît, awa û şêwazên ola Êzdayetiyê û qewlên wê, vê xelatê bistîne. Omerxalî ji malbata pîrên Êzidiyan e û ji Yêrîwana Ermenistanê ye.

Fexriya Adsay helwesta lijneya xelatê şîrove dike

Kordînatora Lijneya Xelatê Fexriya Adsayê ji bo Rûdawê gotiye ku ew gelekî bi kelecan in ku du salan carekê xelateke holê didin hêjayeka Kurdan.

Adsayê gotiye: “Em dixwazin bi van xelatan hem hêjayên Kurdan bi qedir bikin û hem jî pêşengê hemdem ê teoriya neteweperweriya Kurd Cemal Nebez zêdetir bidin naskirin.”

Berê Zara Mihemedî xelat wergirtibû

Beriya du salan jî mamosteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelata Weqfa Cemal Nebez a Berlînê hatibû dîtin.

Kî ye Xanna Omerxalî?

Xanna Omerxalî Usoyan sala 1981ê li Ermenistanê hatiye dinê. Ew lêkolereka Kurd a Êzidî ye û ji mala Pîrên Omerxalî tê.

Omerxaliyê sala 2002yê Zanîngeha Saint Petersburgê beşa zimannasiyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kiriye û sala 2004an mastera xwe qedandiye. Doktoraya xwe jî sala 2006an li ser dînê Êzidiyan temam kiriye.

Berhemên Xanna Omerxaliyê

Omerxaliyê heta niho li ser Êzidîyan gelek xebat kirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Wê li ser zimanê Kurdî û her wisa li ser Zimanê Qewlên Êzidiyan ders daye.

Di nav berhemên wê de “Êzdiyatî, Civak, Sembol, Rîtûel” (2007), “Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji” (2011), “Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream” (2014) û “The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written” (2017) hene.

Derbarê bîr û baweriya dînê Êzdiyatiyê bi zimanên Rûsî, Îngilîzî û Kurdî nêzîkî 20 gotarên zanistî nivîsîne.


Çavkanî: Rûdaw, Wîkîpediya

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan