Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Xanîyên kîjan bajarên kurdan ne saxlem in?

02/01/2024

Eşitsizlik Bülteni (Bultena Newekhevîyê) malpereka lêkolînan e ku ew li ser mijarên çandî, sîyasî, aborî, civakî û hwd daneyan berhev dike û hûr dibe.

Bultena Newekhevîyê li ser “Herêmên Newekhev” daneyan berhev dike, ligel herêmên din yên Tirkîyeyê berawird dike û ferq û cudahîyên wan destnîşan dike.

Ev Herêmên Newekhevîyê li gorî xebata Sosyo-Ekonomik Gelişmişlik Endeksi (SEGE) (Endeksa Pêşveçûna Sosyo-Ekonomîk) ya sala 2017yan, bajarên di asta 6an da hatine dîyarkirin (Asta 6an, asta dawî ye û ya herî xerab e). Li ser malpera SEGEyê tê dîtîn ku salên belavkirina daneyan tam ne dîyar in lê hat dîtin ku 20 salên dawîyê sê caran danêyên bajaran hatine belavkirin.

Li gorî xebatên SEGEyê astên bajaran

Ev bajarên ku di Herêmên Newekhev da cih digirin hemî bajarên kurdan in.

Bultena Newekhevîyê, newekhevîyê wekî ferqa refaha di navbera kesan da pênase dike. Ev ferq çiqas zêde be newekhevî ewqas zêde ye. Newekhevî mijarên wekî ekonomî, civakî û sîyasî dihewîne ku ev newekhevî li gorî mekan û demî jî diguhere.

Bultena Newekhevîyê, ji bo ku newekhevîyê destnîşan bike, piranî li ser xebata İllerde Yaşam Endeksi (Endeksa Jîyana li Bajaran) ya TÜİKê, ya sala 2016yan hûr dibe. Di wê xebatê da kategorîyên wekî Avahî/xanî, kar û xebat, dahat û milk, tenduristî, perwerde, hawirdor, ewlehî, beşdarîya raya giştî, dabînkirina xizmetên jêrxaneyan, jîyana civakî û memnunîyeta ji jîyanê cih digirin.

Bultena Newekhevîyê, di bin banê Kurdish Studies Center (KSC)yê da tê birêvebirin.

Em dê di vê nivîsê da cih bidin daneyên kategorîya Avahî/xanîyên li Herêmên Newekhev, ka kalîteya xanîyan çawa ye.

Ardahan

Erdexan sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza yekem da cih digire.

Qers

Qers sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 5em da cih digire.

Îdir

Îdir sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 7em da cih digire.

Agirî

Agirî sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 4em da cih digire.

Wan

Wan sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 12em da cih digire.

Colemêrg

Colemêrg sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 6em da cih digire.

Şirnex

Şirnex sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 8em da cih digire.

Sêrt

Sêrt sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 14em da cih digire.

Bedlîs

Bedlîs sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 3em da cih digire.

Mûş

Mûş sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 11em da cih digire.

Çewlîg

Çewlîg sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 17em da cih digire.

Amed

Amed sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 15em da cih digire.

Mêrdîn

Mêrdîn sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 9em da cih digire.

Riha

Riha sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 18em da cih digire.

Semsûr

Semsûr sala 2015yan, di lîsteya xanîyên bêkalîte da, di rêza 2yem da cih digire.

Kordînatorê giştî yê KSCyê Reha Ruhavioğlu li ser armanca vekirina malpera Bultena Newekhevîyê bo Botan Timesê axivî.

Reha Ruhavioğlu destnîşan dike ku ew rewşa bajarên Tirkîyeyê, bajar bi bajar, di kategorîyên navborî da radixine ber çavê gel. Ruhavioğlu balê dikêşe ser wê yekê ku dema mirov li nexşeya Tirkîyeyê dinêre bajarên kurdan di nava newekhevîyekê da xwe nîşan didin û xelk ji vê aciz e.

Em dixwazin bibînin, bajar bi bajar ji alîyê aborî, perwerde, tenduristî û gelek kategorîyên din ve fêr bibin ka bajarek li gorî bajarên din di çi rewşê da ye. Ev kar ji bo akademîsyen, rojnameger û sîyasetmedaran karekî baş e ku dane li ber destê wan hazir bin. Bo nimûne wekîlekî Amedê meraq bike û bixwaze tiştekî ji bo bajarê xwe li meclîsê taleb bike, dikare li websiteya me mêze bike û daneyên xwe bibêje.

Reha Ruhavioğlu

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê