Wîkîferheng Gehişt Milyoneke Peyvan

Serê pêşî divê em vê yekê jî dîyar bikin ku li ser Wîkîferhengê bi gihîştina 1 milyon madeyan kurdî nabe ‘zimanê herî dewlemend ê 8em yê li cîhanê’, lê belê di nava Wiktionary-yan de ji alîyê hejmara madeyên xwe ve Wîkîferheng bûye ya 8em. Ev yek xelet tê zanîn ji alîyê hin kesan ve. Em dixwazin agahî rast bên girtin. 

***

Wîkîferheng Kurdî

Botan Times temamîya daxuyanîya Wîkîferhengê diweşîne.

Ferhenga kurdî ya onlayn Wîkîferheng gihîşt 1 milyon madeyan

Wîkîferheng malperek e ku axêverên kurdî dikarin peyvan li malperê zêde bikin ku ew xizmeta belaş didin. Peyvên ku li malperê têne zêdekirin, li ser malperê rasterast tên weşandin, lê belê piştî îlawekirina wan, ji alîyê çar admînan ve hewla kontrolkirinê tê dayîn. 

Yek ji admînên Wîkîferhengê, Bikarhênerekî li ser gihîştina 1 milyon madeyan ev gotin: 

“Serê pêşî divê em vê yekê jî dîyar bikin ku li ser Wîkîferhengê bi gihîştina 1 milyon madeyan kurdî nabe ‘zimanê herî dewlemend ê 8em yê li cîhanê’, lê belê di nava Wiktionary-yan de ji alîyê hejmara madeyên xwe ve Wîkîferheng bûye ya 8em. Ev yek xelet tê zanîn ji alîyê hin kesan ve. Em dixwazin agahî rast bên girtin. 

DI NAVA VAN 1 MILYON MADEYAN DE ÇI HEYE?

Li nav van 1 milyon madeyan, peyvên ji 3848 zimanan hene ku kurdî jî yek ji van e. Lê helbet herî pir peyvên kurdî hatine qeydkirin. Ji bo peyvên bi zimanên din jî miqabilê/tercimeya wan a kurdî hatîye pêşkêşkirin. Yanî ev ferheng, ferhengeke kurdî – kurdî û zimanên din – kurdî ye. 

Piştî kurdî, herî pir madeyên bi îngilîzî, tirkî, almanî û farisî cih digirin. Madeyên qeydkirî jî, ne tenê peyvên standard in, tevî peyvên standard formên peyvan jî hatine jimartin. Wekî nimûne ji bo navdêra “kitêb”, formên “kitêbê”, “kitêban” jî qeydkirî ne, ji bo lêkera “hêvî kirin”ê, formên “hêvî dikim”, “hêvî dikî”, “hêvî dike” jî hatine qeydkirin. Lewma tabîra “1 milyon peyvên kurdî” wê xelet be. Berî ku ev xeletî were kirin, me xwest em xwîneran haydar bikin. Lê belê ev nayê maneya ku Wîkîferheng zeîf e jî. Ne tenê ji bo Wîkîferhenga kurdî, ji bo Wîkîferhengên bi zimanên din jî ev yek wisa ye. Herçiqas hejmara madeyan (bi îngilîzî “entry”) hejmara peyvan dîrekt nîşan nede jî, Wîkîferhenga kurdî li gorî Wîkîferhengên bi zimanên din pir pêşketîtir e û li nav 10 Wiktionary-ên herî lipêş e. Ev yek jî ji bo zimanê kurdî îmkaneke baş e. 

Ji xeynî van, divê em vê yekê jî dîyar bikin ku kêmasîyên Wîkîferhengê jî hene û divê ev kêmasî werin temamkirin, ferhenga me were baştirkirin. Madeyên xelet-qeydkirî hene, divê ev made bên sererastkirin. Divê xebatên baştirkirinê û rastkirinê jî bi berdewamî bên kirin. 

Li ser Wîkîferhengê ne tenê ‘peyv’, ji xeynî peyvan cih didin biwêj, gotinên pêşîyan, rawe û tewangên peyvan hwd jî. Li ser Wîkîferhengê ji bo qeydkirina peyvên kurdî qaîdeya pêbawerîyê heye. Gor vê qaîdeyê ji bo ku madeyek (peyvek) li Wîkîferhengê karibe were qeydkirin divê bi kêmanî di sê çavkanîyên cuda ên pêbawer de derbasbûyî be, di navbera emilandina wan de jî zêdetirî salekê wext hebe. Her kesê beşdar dikare peyvên ku tevlî ferhengê tên kirin kontrol bike. 

Em vê jî bêjin ku kalîtedarbûna gotarên li ser Wîkîpedîyayê ji bo zimanê kurdî mihîm e. Şîrketên mezin ên wek Google, Microsoft, Samsung hwd jî ji bo zimanekê tevlî sîstemên xwe bikin yanî ji bo ku bi zimanekê xizmet bidin her şîrket li gor xwe krîteran dîyar dikin û hin ji wan wek krîter xwedîpiştgirîbûn, kalîtedarbûn û pêşketîbûna gotar, nivîsarên Wîkîpedîyayê jî datînin. Lewma divê em ji bo pêşxistina zimanê kurdî, gotarên Wîkîpedîyayên kurdî yên kurmancî (ku.wikipedia.org), soranî (ckb.wikipedia.org) û zazakî (diq.wikipedia.org) jî ji alîyê hejmarê ve pirtir, ji alîyê naverokê ve baştir bikin. Herwisa Wîkîferhengên kurdî jî, ku ya kurmancî (ku.wiktionary.org), soranî (ckb.wiktionary.org) û zazakî (diq.wiktionary.org) ye.

Rûpela Serî ya Wîkîpediya bi zaravayê zazakî

Gelek kes xebatên me wek cewabeke xurt yê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dibînin. Wîkîferheng di warê ferhengnasîyê de li gor statîstîkên Weqfa Wîkîmedîyayê di dinyayê de ferhenga herî aktîv ya 8em e û zêdetirî 1 milyon peyv, biwêj, gotinên pêşîyan, tewangên peyvan dihundirîne.

Wîkîferhenga kurdî li gor statîstîkên Wîkîmedyayê di adara 2024an de 3.427.801 caran, di sibata 2024an de 3.805.522 caran, di kanûna paşîn a 2024an de 4.448.508 caran, di kanûna pêşîn a 2023an de 3.301.352 caran, di mijdara 2023an de 4.016.202 caran, di cotmeha 2023an de 4.193.121 caran hatîye dîtin (Bnr. Lînka statîstîkan). Di 6 mehên dawî de tenê Wîkîferhenga kurdî ya kurmancî wek averaj 3,5 milyon caran hatîye vekirin, li gel van Wîkîferhengên kurdî yên soranî û zazakî jî hene. 

Figure 1 Destpêka Wîkîferhenga soranî

DETAYÊN QEYDKIRINA MADEYAN 

Gava made tên qeydkirin jî divê bidetay werin qeydkirin. Wekî nimûne ji bo navdêran wek mê an nêrtî zayenda wan, şiklê wan ê lêkerî; ji bo lêkeran wek gerguhêzî an negerguhêzî û hevedudanî an biwêjî cureyên wan; ji bo rengdêran halê wan a qiyasbarîyê; ji bo pêşgir, paşgir û navgiran nimûneyên bikaranînê, ji bo biwêj, bazinedaçek, cînav, daçek, girêdek, gotinên pêşîyan, hejmar, hoker, hevok, serenav, sembol û baneşanan jî divê agahîya wan bi zelalî bên dîyarkirin. 

Xisûsen dîyarkirina tarîfa peyvan mihîm e. Wekî nimûne carinan peyvên nêzîk an eleqedar an hevmane di qismê maneyê de li pey hev tên rêzkirin, lê ger maneya peyvan tinebe, famkirina mahîyeta peyvê, sînorên peyvê zehmet dibe. Ger em ji ser nimûneyekê biçin, ji bo peyva ‘mekteb’ ger di qismê tarîfê me em tenê bibêjin ‘dibistan, xwendingeh’ nabe (Binêre rismê Nimûne 1mekteb’), divê di qismê tarîfê de ew peyv lêker, navdêr, rengdêr hwd bi zelalî were tarîfkirin. Ji bo peyva ‘mekteb’ wekî ‘Saziyeke perwerdehiyê ku perwerdehiya seretayî û navîn dide, berî xwendina bi dereceya sêyem (kolej an zanîngeh).’ (binêre rismê Nimûne 2zengînî’) û di hevmaneyên peyvê jî di qismê hevmaneyan de werin bicihkirin. Herwiha ji bo her peyvekê bi kêmanî sê nimûneyên ji çavkanîyên pêbawer ên wekî kitêbi kovar, rojname hwd werin dayîn. Gava peyv bêyî qeydkirina maneyên wan werin çêkirin, ev kêmasîyeke mezin e. 

Qismên ‘Bi alfabeyên din’ (peyv bi alfabeyên din ên kurdî tên nivîsîn), ‘Herwiha’ (formên peyvên yên nestandard tên pêşkêşkirin), ‘Têkildar’ (peyvên eleqedar tên nivîsîn), ‘’ (peyvên jêçêbûyî di vî qismê de tên danîn), ‘Etîmolojî’ (agahîyên di derbarê etîmolojîya peyvê de yên biçavkanî li vir tên danîn), ‘Bi zaravayên din’ (peyv bi zaravayên din tê nivîsîn) û ‘Werger’ (tercimeyên peyvê yê li zimanên din tevî agahîyên wan ên cinsîyetî û jimarî, translîterasyon hwd. di vî qismê de tên nivîsîn) jî bi awayekî rast çiqas werin dagirtin ewqas baş e.

Wek gotina dawî divê em îmkanên nû yên bi teknolojîyê derketine holê bi awayekî efektîv biemilînin, xwe û zimanê xwe bipêş bixin. Ji bo xebatên bikalîte, keda bi salan hewce dike. Ji bo vê jî divê mirov xîret bike, bişixule.” 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir