Wezîrên derve yên Frensa û Almanyayê li Şamê bi Şeraa re hev dîtine – FRANCE 24

03/01/2025

Wezîrên derve yên Frensa û Almanyayê Jean-Noël Barrot û Annalena Baerbock di 3yê Kanûna paşiyê ya sala 2024ê de li Şamê bi serokê nû yê Sûrîyeyê Ahmed el-Şeraa re hevdîtin pêk anîne.

Baerbock destê aştîyê dirêj kir – FRANCE 24

Wezîra derve ya Almanî Baerbock dîyar kiriye ku ew bi destê dirêjkirî hatiye Sûrîyeyê. Wê got ku armanca wan ew e ku Sûrîye careka dî bibe endameka rêzdar a civaka navneteweyî. Herwiha wê daxwaz ji rêveberîya nû kiriye ku ji tolhildanê dûr bisekine.

Wezîran girtîgeha Seydnaya zîyaret kir – AFP

Barrot û Baerbock di destpêka serdana xwe de çûne girtîgeha Seydnayayê. Berevanên Spî ew li girtîgehê gerandine. Di dema serdanê de qawîş û zîndanên bin erdê dîtine. Li gor agahîyan, dema ku çekdarên opozîsyonê di 8ê Kanûna pêşiyê de ketin Şamê, zêdetirî 4 hezar kesî ji girtîgehê hatine berdan.

Rêveberîya nû bernameya dibistanan guherand – Reuters

Rêveberîya nû ya Sûrîyeyê di bernameya perwerdeyê de guhertin pêk anîne. Helbestên li ser jinan û evînê ji pirtûkan derxistine. Di dersên dîroka kevnar de behsa “Xwedayan” rakirine. Sirûda neteweyî ji pirtûkên dibistanan derxistine û gotina “canê xwe ji bo welatî feda bike” bi gotina “canê xwe ji bo Xwedê feda bike” guherandine.

Çavkanî: Botan Times FRANCE 24 AFP Reuters


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend