Li gor gotinên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, DAIŞê li rojhilatê Sûrîyê çekên nû bi dest xistiye û xurt bûye.
Hêzên DAIŞê li ser sînor xurt bûne
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn û Wezîrê Karên Derve yê Umanê Badr el-Busaîdî li Bexdayê civînek pêk anîne. Di civînê de rewşa ewlehîya herêmê hatiye nirxandin.
Huseyînî dîyar kiriye ku çalakîyên DAIŞê li ser sînorê Sûrîye û Iraqê zêde bûne. Wezîrî got ku bidestxistina çekên nû ji alîyê DAIŞê ve li rojhilatê Sûrîyê cihê fikarê ye.
Divê hemû alî beşdarî pêvajoyê bibin
Wezîr Huseyîn destnîşan kiriye ku divê pêvajoyeka sîyasî li Sûrîyê dest pê bike. Li gor Huseyîn, ev pêvajo divê berjewendîyên gelê Sûrîyê biparêze û hemû alî tê de beşdar bibin.
Uman daxwaza çareserîya dîplomatîk dike
Wezîrê Karên Derve yê Umanê el-Busaîdî gotiye ku divê pirsgirêkên herêmê bi rêya dîplomatîk bên çareserkirin. El-Busaîdî tekez kiriye ku welatê wî dê ji bo aştîya herêmê hewl bide.
Çavkanî: Botan Times, Rûdaw, Gazete Duvar
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.