Wezîrê derve yê nû yê Îsraîlê dixwaze têkilîyên xwe bi Kurdan re xurt bike

11/11/2024
SS, Botan Times, YouTube, Arşîv

Wezîrê derve yê nû yê Îsraîlê Gideon Saar li merasîma radestkirina peywirê gotiye ku divê Îsraîl têkilîyên xwe bi Kurdan re xurt bike.

Saar di axaftina xwe de bal kişandiye ser girîngîya hevkarîya kêmanîyan di Rojhilata Navîn de. Wezîrê nû gotiye ku “Gelê Kurd neteweyeka mezin e ku hîn negihiştiye serxwebûna xwe ya sîyasî û hevalbendê me yê xwezayî ye.”

Wezîr dîyar kiriye ku divê Îsraîl ji ber zilma Îran û Tirkîyeyê alîkarîya Kurdan bike. Li gor Saar, Herêma Kurdistana Iraqê ji alîyê stratejîk ve girîng e.

Çavkanî:

  • The Times of Israel
  • Botan Times
  • Nivîskar: Lazar Berman

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê” dê dest pê bike

Weşana paşê

Ahmet Turk: Kesên ku kes nizane ka kî ne îradeya gelî xesp dikin