Wezareta Tenduristiyê 5 ziman li malpera xwe zêde kirin, lê kurdî lê zêde nekir

27/08/2023

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku wan 5 ziman li pergala E-Reçeteyê zêde kirine.

Di nav wan ziman da Erebî, Îngilizî, Almanî, Fransî û Rûsî hene lê kurdî nîne.

Nebûna kurdî ya li ser malpera wezaretê li ser medyaya civakî bû sedema bertakan.

HDPyê jî li ser hesaba xwe ya Xê (Twitterê) kurdbûna Fahrettîn Kocayî bibîr xist û got: “Kurdên ku piştgiriyê didin AK Partîyê, gelo hûn jî van pirsan nakin? Birêz Fahrettin Koca qet nebe hema tu li zimanê xwe jî xwedî derketa.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Weşanxaneya Zîzê dest bi weşanê kiriye

Weşana paşê

Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER dê Kargeha Nivîskarîya Afirîner bidin dest pê kirin