Wezareta Pêşmergeyan li ser şerê pêşmerge û artêşa Îraqê yên li Mexmûrê daxuyanîyek daye.
Duhî li Mexmûrê saet 16:00an di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê da şer derketibû.
Li gorî nûçeya Rûdawê, nûçegihana wan Peyam Serbestê daye zanîn ku 12 pêşmerge bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê.
Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê destnîşan kirîye ku “Pêşmergeyê bi navê Hawrê Cewher Ferhad li vê nexweşxaneyê şehîd ketîye û birînên Pêşmergeyekî jî xedar in.”
Herwiha nûçegihanekî din yê Rûdawê Ferhad Dolemerî jî dîyar kirîye ku “Artêşa Îraqê şer daye destpêkirin û Pêşmergeyan bersiv daye êrişa wan.”
Wezareta Pêşmergeyan destnîşan kirîye, “Em dupat dikin ku em ji bo aramî û ewlehiya tevahiya Îraqê amade ne bi hikûmeta federal re bixebitin.”