Medyaya Tirkîyê radigihîne ku Wezareta Derve, Elçîyê Fransa yê li Enqerê Herve Magro vexwendiye.
Li gor nûçeyan, berpirsên Tirk ji Magro re behsa bûyerên li Parîsê kirine û gotine ku ew ji propagandaya dijî Enqerê ne razî ne.
Jêderên resmî ser hevdîdtina karbidestên Tirk û Fransî heta niha ti daxuyanî belav nekirine.
Roja Înê, di êrîşeke çekdarî de 3 Kurd hatibûn kuştin û Kurdan di protestoyan de sloganên dijî hikûmeta Tirkîyê gotibûn.
Şaredar û sîyasetvanên Fransayê ser êrîşê bo Kurdan sersaxî xwestibûn û dîyar kiribûn ku ew bi wan re ne.
Bes rbidestên Parîsê heta niha jî dibêjin ne zelal e ku êrîşvanî, ku 69 salî ye û welatîyê Fransayê ye, xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne.
Dozgerîya Parîsê dide zanîn ku êrîşvanî gotiye ku ew ji bîyanan nefret dike û ew nefreta wî patolojîk e.
Foto: Wezareta Derve ya Tirkîyê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.