“Wextê ez pirtûkeka Kurdî nîşanî wan didim wilo ecêb lê dinêrin…”

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Mamosteyê zimanê Kurdî Gernas Hezexî li Wanê ji bo zorakên erdhêjê qûrsên zimanê Kurdî yên rû bi rû dide. Di wê qûrsê da tenê ne dersa Kurdî heye. Her wiha qûrsên cur bi cur hene wekî zimanê îngîlizî, keman, gîtar, setrenç.. Mamoste Gernasî da zanîn ku bi van qursan zarok ji […]

“Wextê ez pirtûkeka Kurdî nîşanî wan didim wilo ecêb lê dinêrin…”
“Wextê ez pirtûkeka Kurdî nîşanî wan didim wilo ecêb lê dinêrin…”
Beril Caymaz
  • 28 Mart 2023 11:07

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Mamosteyê zimanê Kurdî Gernas Hezexî li Wanê ji bo zorakên erdhêjê qûrsên zimanê Kurdî yên rû bi rû dide.

Di wê qûrsê da tenê ne dersa Kurdî heye. Her wiha qûrsên cur bi cur hene wekî zimanê îngîlizî, keman, gîtar, setrenç..

Mamoste Gernasî da zanîn ku bi van qursan zarok ji psîkolojiya erdhejê dûr dikevin.

Zarok ne bi tenê dersên min, her wiha bi saya qûrsên din jî ji derûnîya erdhêjê dûr dikevin. Li vir her tim çalakîyek heye. Me odayek çêkirîye ji bo zarokan, li vir ji xwe ra dilîzin. Mamosteyên me rûyê wan boyax dikin wekî palyaçoyan. Ez ji wana ra henekan dikim. Ji wana ra çirokan dixwinim ji ber ku bila bifikirin û tiştekî jê derbixin. Elbet dûr dikevin.  

Zarok bi dersên kurdî ra eleqedar dibin. Kêyfa wan jî tê. Wextê ez pirtûkeka Kurdî derdixim, nîşanî wan didim wilo eceb lê dinêrin. Lê dimeyizînin, îca rûpelan bi awayekî ecêb vedikin. Dibêjin ‘Mamoste, ew hemû kurt û kurmancî ne’ xwe dicerîbînin ji bo xwendinê. Helbet nexwendine, dersan neditîne. Tenê 2-3 kesan gotin me dersên hilbijêrî standiye, ew zarok jî ji Entabê bûn. Digotin di pola 6an da me ev ders ditîbû. Ev jî hînî tiştekî nebûne, alfabeyê jî hîn nebûbûn. Nizanibûn. 

Zarok ji ber ku Kurd in, kurmacî xeber didin. Ji alîyê nivîsandinê û xwendinê ve jixwe gelekî qels in, tişteki nizanin. Lê ji ber zanebûna axaftinê xwe nivîsa Kurmancî zêde cidî nabinin. Min ev tişt ferq kir. Zarok dibêjin em zanin jixwe. Yanî ne wekî ingilîzî dikevin polê da tiştekî nizanin.

“Mamoste zimanê me û zimanê te ne wek hev e”

Mesela ez di dersê da xeber didim û dibêjim ‘zarokno ka mînakekê bidin, dibêjin mînak çî ye?’ Ez jî dibêjim we gotibû em kurmancî dizanin. Dûra wîsa hêdî hêdî ferq dikin, kêmasîyên wan hene. Dîsa jî hewl didin ku dibêjin ‘Mamoste zimanê me û zimanê te ne wek hev e.’ Dema tiştên nû hin dibin diçin ji malbata xwe ra dibêjin û li min vedigerin ‘min dîya xwe ra gotîye lê vê peyvê nizanibû.’

Di dersan da tenê tiştek hebû ku li ser min bandor kir. 2 keç hene û ew jî xwîşkên hev in. Dema ku ders xilas dibe xemgîn dibin. Dibêjin çima ders xilas dibe.

Mesela min digot sibê ders tune ye, du sibe heye digotin çima sibe tune ye. Wan dixwast bila her roj dersa Kurdî hebe. Digotin ‘mamoste em dixwazin xwe di pêş da bibin lê dîya me û bavê me bi me ra xeber nadin. Spartekan bide me, emê ji xwe ra bixebitin.’ 

Her ku xwedekarên min zêde dibin, ez xwe baştir hîs dikim

dema mamoste Gernas li ser texteyî peyvan dinivîsîne

Dema ez dersê bi zimanê xwe dikim, ez serbilind dibim. Kurt û kurmancî zimanekî hatîye qedexekirin. Ez di nav gelê xwe da, mamostetîya zimanê xwe dikim. Û bi vê tiştê gelekî şanaz im. Rewş heman rewş e. Hevîdarim ku miletê me bêtir li ser zimanê xwe bisekine. 

Dema ku zanîngeh vekirîbûn Mamoste Gernasî dersên Kurmacî dida xwendekarên zanîngehê jî.