Weşanxaneya Nûbiharê Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê çap kir û belav kir.
Kitêb ji alîyê cureyê xwe ve roman e ku ji alîyê Mihemed Seîd Temel ve hatîye nivîsin.
Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Hinek gotarên wî di kovara Nûbihar û malperên înternetê de hatine weşandin. Ev kitêba wî ya heştan. Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike
Beşek ji danasîna berhemê
Dema serhildana Şêx Seîd têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan. Di demek wisa teng de Şêx Evdirehîm li çiyayê Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botan xwe bi rêxistin kir, tekoşînek berfireh rûda. Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî wek ya birayê wî Şêx Seîd tûşî îxaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan hat. Şêx Evdirehîm ji malbatê, ji heft birayan yê piçûk bû, kesekî zaf oldar bû. Şêx zaf zana û pêşiya xwe baş didît, gelek xweşmêr û comerd bû. Xwedî sitratejiyek bê hempa bû, nava neyarê xwe dixwend, tekiliyên wî bi gel re baş bûn, di dema herî teng de jî bêhêvî nedibû, yên bi xwe re gelek xweş motîve dikir. Ji mirinê qet neditirsiya. Daîm digot ey zarokên Cengiz! Vêya baş bizanibin hûnê karibin bi fîşek û bombeyan Şêx Evdirehîm bikujin; lê ez wê rê nadim we ku hûn kelepçe li destê Şêx bidin, ji serê xwe derxin ku hûn benik têxin qirqa Şêx Evdirehîm.
Kitêbên çapbûyî yên Mihemed Seîd Temel
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind (2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.