Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû derxistîye

Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû derxistîye
Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû derxistîye
Botan Times
  • 4 Nisan 2023 09:31

Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû derxistîye.

Romana nivîskar M. Nurî Candemîrî ya bi navê ‘Lixwegerîn’ hatiye çapkirin.

Roman ji 174 rûpelan pêk tê û zimanê wê kurdî-kurmancî ye.

Kurtedanasîna romanê wiha ye:

Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide, diya wî dimire. Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire, ne mimkûn e sax bimîne. Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de, bi zehmetiyeke pir mezin ku ji gundekî dûr hatine bajêr, cenazeyê diya wî digirin û dibin gund. Kurik namire. Paşê nikarin werin bajêr û saxtiya wî jî bikin. Lewra diya wî di halê mirî de anîne bajêr, bi eynî zehmetiyê jî cenaze birine gund. Rûgeş li êtîmxaneyê mezin dibe. Li vir tenê hîn dibe, navê dê û bavê wî Kewê û Elî ye. Êdî hedefa wî tenê dîtina dê û bavê xwe ye. Rûgeş dixwîne, dibe xwedî kar û şixul lê di her firsetê de gund bi gund li dê û bavê xwe digere…