Weşanxaneya Nûbiharê 3 kitêbên nû çap û belav kirin.
Xebata nivîskar Barış A. Çobanoğlu ya bi navê Bir Asimilasyon Aracı Olarak Kentler ve Kürtler (Wekî Amûreke Bişaftinê Bajar û Kurd) derket. Kitêb behsa polîtîkayên bişaftina kurdan a bi rêya sirgûnkirinê dike.

Kitêba duyem romana Nexweşxaneyê ye ku nivîskarê wî Mezher Bozan e. Bozan li ser hal û rewşa derûnî ya lehengê serekî yê Dawûd hûr dibe. Dawûd qonaxên curbicur derbas dike û di dawîyê de pêdîvîya wî bi alîkarîyê heye ku divê derûnîya xwe baş bike.

Du Sêwî -Çîrokên Jiyayî jî ji alîyê Süleyman Demirkol ve hatiye nivîsîn. Süleyman Demirkol serpêhatî û bûyerên ku li der û dora wî qewimîne berhev kirine û xistine nêv kitêba Du Sêwî -Çîrokên Jiyayîyê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.