Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Weşanxaneya Avestayê ‘Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re’ çap kir

12/10/2023

Weşanxaneya Avesteyê otobîyografîya Mahatma Gandhi çap kir.

Kitêba Mahatma Gandhi ya bi navê Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re ji Avestayê derket.

Wergêra kitêbê ji alîyê Fahriye Adsayê ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye kirin.

Nivîsara danasînê ya berhemê:

“Ji bo mirov bigihîje pakbûna mikemel, divê di zihn, axaftin û kiryaran de xwe bi temamî ji hewesan bişo; divê ji hestên dijber ên mîna evîn û nefret, hezkirin û redkirinê xilas bibe.”
“Ji min ve wer xuya ye ku zeftkirina hewes û arezûyan gelekî zehmettir e ji fetihkirina dinyayê ya bi hêza çekan.”

Mohandas Karamchand ango Mahatma Gandhi li hemû cîhanê wekî sembola heqîqet û bêşidetiyê tê nasîn. Neteweperwerekî dijî mêtîngeriyê bû ku “Hindistan ji hakimiyeta biyanî rizgar kir û bi têkoşîneke aştîxwaz û bêxwîn ramangerekî kûr jî bû ku hin rêgezên ebedî danîn ber dinyayê bo rêbertiya têkiliyên mirovî û helwestên navneteweyî.”
Gandhi sala 1893yan diçe Afrîkaya Başûr. Li wir zilm û zordariya li ser hindûyan ferq dike. Berxwedana pasîf ku bi wî li dinyayê belav bûye li wir tecrûbe dike. Sala 1915an di 45 saliya xwe de vedigere welatê xwe û li hember cudakeriyê û baca zêde gundî, cotkar û karkeran hişyar dike û protestoyan bi rê ve dibe.
Sala 1921ê pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Hindistanê dike. Armanca wî ew bû ku feqîriyê kêm bike, çarçoveya mafê jinan berfireh bike û bi dostaniyeke olî û etnîkî serxwebûnê bi dest bixe.
Heqîqeta Gandhi nefs bû. Ew kujerê nefsa xwe bû û bi vê helwesta xwe hemû çand di dilê xwe de kiribûn yek. Gotinên wî ku dibêje, “Naxwazim dîwar hebin li her aliyê mala min û şibakeyên min girtî bin; dixwazim çiqasî mimkun be, çandên hemû welatan xwe li mala min bigirin lê red dikim ew lingên min ji erdê bibirin” nîşana vê dilfirehiya wî ne.
“Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” mirêka jiyana Gandhi ye, em serboriya wî bi zimanekî zelal û jidil ji wî fêr dibin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan