Weşanên Wardozê “Qelenê Dinyayê” çap kir

11/10/2024

Weşanên Wardozê kitêbeka nû “Qelenê Dinyayê” çap kir û belav kir.

Kitêba Qelenê Dinyayê ji alîyê zimanzan, lêkoler, weşanger û nivîskar Bahoz Baranî ve hatîye nivîsîn.

Baranî heta niha çendîn kitêbên çîrokan û roman nivîsîne û kitêbeka wî ya rêzimana kurmancî jî heye. Ew yek ji endamên Koma Weqfa Mezopotamyayê ye ku ew komxebatan li ser rastnivîsîn û ferhengoka kurdî dikin û wekî kitêb çap dikin û hewil didin malperaka online ya rastnivîsîna kurdî jî amade bikin.

Qelenê Dinyayê ji 12 çîrokan pêk tê: Bêhna ku ji Bîra Min Derneket, Çîroka Paşnavekî, Hostayek li Dinyayê, Birîndarê Dara Gûzê, Serobino, Helbestvana Biçûk û Derewçîn, Tirskovî, Saetsazê li Çarşîya Şewitî, Xezalan di zikê dîya wan da kerûlal dikin, Qelenê Dinyayê, Gencîneger, Nameyên Xapînok

Ji çîroka Qelenê Dinyayê:
“Mîna gêjan li dora xwe diçûm û dihatim, tiştek tune bû ku pê bigirim, pişta xwe bidimê. Evê dinyaya hanê, li wê valahîyê pişta xwe dabû çi bira jî? Hemû çîrokên bawerîyên mirovan li ber çavê min bûn derew, hezar carî bûn malê dinyayê. Wekî mirovên destpêkê yên ku pê li dinyayê kiribûn û di şeveka şevreş da bi tenêtîya xwe ya çavbeloq hesîyabûn, lerzeka ecêb li canê min ket. Na, pêxember ji ber şaşîyên mirovan peyda nebûbûn, çîrokek lazim bû, baş an jî xirab, yeka hêsan a ku mirov pişta xwe bidinê, bêkokbûna xwe ji bîr bikin û bixebitin…”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

Weşana paşê

Erdal Kaya li Berlînê bû

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di