Weşanên SZKyê berhema “Rêzimana Kurmancî” derxist

21/10/2023

Sazîya Zimanê Kurdî berhema “Rêzimana Kurmancî” derxist.

“Rêzimana Kurmancî” berhema pêşîn ya weşanên SZKyê ye ku ji hêla her du endamên SZKyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatîye amedekirin.

Weşanên SZKyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar dike ku berhema “Rêzimana Kurmancî” ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watenasî, rastnivîsn û xalbendî.

Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZKyê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike.

Ji pêşgotina Rêzimana Kurmancîyê

Sazîya Zimanê Kurdî, ku navenda wê li bajarê Qamişloyê ye, ji 2019an ve bi xebatên zimannasîyê ra mijûl e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat