Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Weşanên Nûbiharê ‘Şiyarkirina Gelê Kurd’ çap kir

22/10/2024

Weşanên Nûbiharê kitêba Şiyarkirina Gelê Kurd çap û belav kir.

Nûbiharê kitêbeka nû ya lêkolînê çap kir.

Kitêb li ser Seîdê Kurdî û fikrên wî yên derbarê kurdan da ye.

Nivîskarê kitêbê Reşat Adak e.

Danasîna Kitêbê

Seîdê Kurdî, ji aliyê helwestên xwe yên siyasî û hizrên xwe yên civakî ve ji gelê Kurd re nirxekî dîrokî ye. Lewra di destpêka sedsala bîstemîn de û di dawiya temenê Dewleta Osmanî de, di demeke zû de çawa ku serê xwe bi curbicur pirsgirêkên gelên Misilman re êşandiye, bi heman rengî û zêdetir jî çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ên siyasî, civakî û çandî jî ji xwe re kiriye armanc. Wî xwestiye ku berî her tiştî bi civaka Kurd re hişmendiyeke mîllî çêbibe û di bin şert û mercên wek hev de sîstemeke siyasî ya “Yekîtiya Gelên Misilman” pêk were. Digel ku projeya siyasî ya ku Seîdê Kurdî ji bo curbicur gelên ku di bin sîwana Dewleta Osmanî de dijiyan pêşniyaz dikir negîhaşt hedefê jî, lêbelê hizrên wî ji bo şiyarkirina wan gelan pir girîng in. Bi taybetî jî hizrên wî yên ku derheqê şiyarkirina gelê Kurd de derbirîne, di mesabeya “manîfestoyên ronesansa Kurdan” de ne û ev manîfesto di destên me de ne. Loma jî ne guncaw e ku Kurd ji wan hizrên wî yên girîng re bîgane bimînin û pêwist e ku ji her gelî zêdetir Kurd li wan hizr û nirxan xwedî derkevin, da ku armanca wî ya rizgarbûna ji nezanî, xizanî û îxtîlafê pêk were.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut