Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Weşanên Nûbiharê ‘Pişîka Min’ çap kir

09/05/2024

Weşanên Nûbiharê kitêba zarokan ya bi navê Pişîka Min çap kir û belav kir.

Nivîskarê kitêbê Mîkaêlê Reşîd e û ev kitêba ku cara ewil li Yerîvanê çap bûye, ji herfên kirîlî bo latînî ji alîyê akademîsyen Kenanê Nado (Kenan Subaşı) ve hatîye latînîzekirin. Wêneyên kitêbê ji alîyê An. Gasparyan ve hatine xêzkirin.

Weşanên Nûbiharê kampanyaya berhevkirina kitêban dabû destpêkirin bo wan xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine.

Nivîsara Berhemê:

Pişîka Zozan û Gulê belek e. 

Gelo pişîka me çi reng e? 

Spî, reş, qehweyî, gewr yan belek. 

Zozan û Gulê serê pişîka xwe dişon. 

Gelo em jî serê pişîka xwe neşon? 

Lê bila av pir germ nebe. 

Îcar pişo ji serşûştinê hez nake. 

Pişîka Zozan û Gulê nêçîrvan e. 

Nêçîrvanê mişkan. 

Gelo pişîka me jî nêçîrvan e? 

Pişo nexweş bikeve, emê gazî beytar bikin. 

Weku pişîka Zozan û Gulê.

Lê pişo çilekiyan bike emê çi bikin? 

Nizanim. Ka em ji dayê û bavo bipirsin! 

Yan em weku Pîrê pişo bavêjin derva?

Çend agahî derbarê kitêbê da, ji terefê weşanên Nûbiharê ve:

Ev kitêb cara ewil di sala 1965an de li Yêrêvanê çap bû. Wê çaxê gelek zarokên Kurdan yên ku dersa zimanê Kurdî digirtin helbestên di nav vê kitêbê de ji ber kiribûn û kêfa wan jê re pir hatibû. Dema me di arşîvan de ev kitêb peyda kir, ji ber delalî û balkêşiya helbest û wêneyên di nav de, me got lazim e em careke din îcar bi tîpên latînî çap bikin û li xwendekarên dibistana navîn yên ku dersa Kurdî ya hilbijarî wergirtiye, belav bikin. Loma me li gorî hejmara xwendekaran kampanyayeke bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” li dar xist û bi saya camêrî û dilsoziya xelkê xwe niha ji vê kitêbê 25000 heb çap û belav dikin. Di serî de rehmet li giyanê Mîkaêlê Reşîd û An. Gasparyan be ku bi saya wan ev xebat pêncî û neh sal berê pêk hat. Her weha em wek weşanxaneya Nûbiharê spasdarê her kesekî ne ku keda wan di vê xebat û kampanyayê de heye. Bi hêviya ku zarokên me jî van helbestan bi kêf bixwînin û bigihîjin zewqa xwendinê. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan