Weşanên Nûbiharê romanek û lêkolîneka folklorîk çap kir.
Romana “Kînor” û “Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av Û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî” ji weşanên Nûbiharê çap bûn.
Nivîskarê Kînorê Dagıstan Karakoç e û yê Deh Mijar ji Zargotina Kurdî jî Şemoyê Memê ye.
Kitêba Deh Mijar ji Zargotina Kurdî lêkolînek e li ser motîf û sembolên folklorîk, mîtîk, efsanewî û temsîla wan di nav kurdan da. Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av Û Agir çend ji wan sembolan in ku di kitêbê da gelekên din jî cih digirin.
Nivîsara Kînorê
“Ev roman jiyana gundiyan, êş û elemên wan wek neynikekê raberî me dike.Roman bi zimanekî rewan û têra xwe bi biwêj û gotinên pêşiyan hatiye xemilandin. Nivîskar civaka ku qal dike baş nas dike. Dilxirabî, fesadî û neyariya hinek kesan, xîret û îffetparastina jina Kurd û axiriya kesên dilxirab di romanê de cih digrin. Jinek egîta vê romanê ye. Ewê jinê bi serbilindî sînga xwe ji hemû êş û janên demê re vekiriye û bûye şêrejineke bêhemta. Gelek tehde, zilm, zordarî û heqaret dîtibin jî, tu carê serê xwe xwar nekiriye û bûye parêzvana rûmet û kelepora civaka xwe. Ev roman, romana nifşekî xweşbîn û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr û tije ye. Nivîskar bi zimanekî sade û Serhedî ev berhem kiriye panoramaya dewrekê û diyarî nifşên nû kiriye.”
Dağıstan Karakoç kî ye?
Dağıstan Karakoç di sala 1958an de, li gundê Omeraxa ku li ser herema Xoçvanê ye ji dayik bûye. Mekteba destpêkê li gundê xwe, mekteba navîn û lîse jî li bajarê Qersê xwendiye… Di malperên cûrbecûr de bi Kurdî û Tirkî gelek meqaleyên wî hatine weşandin. Li ser folklor, dengbêjî û çanda herema Xoçvanê lêkolînên wî dewam dikin…
-Xoçvan Çîrokên Nîvcomayî, (Nûbihar, 2014)
-Qêrînek ji Axa Zelûl, (Nûbihar, 2016)
-Şevên Derîhesin, (Nûbihar, 2022)
– Kînor, (Nûbihar, 2024)
Şemoyê Memê kî ye
Şemoyê Memê di sala 1979an de, li herêma Xoçvanê, gundê Omeraxa ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Îzmîtê kuta kiriye. Di sala 2000î de zanîngeha Stenbolê beşa Sosyolojiyê qedandiye.
Gelek salan li saziyên sivîl xwebexş dersên Kurdî daye.
Li ser zargotin, çand, bawerî û kevneşopiyên Kurdî gelek gotar nivîsîne û xebatên xwe didomîne. Mamoste ye û endamê çend saziyên sivîl e.
Zewîciye û bavê du zarokan e