Weşanên Nûbiharê kitêba Dîroka Edebîyata Kurdî çap kir û belav kir.
Ev kitêb ji 7 cildan pêk tê kurmancîzekirina wê ji alîyê Zîya Avci ve hatîye kirin.
Ev berhem yek ji kitêbên dîroka edebîyata kurdî ya berfireh e. Nivîskarê wê Marûf Xeznedar e. Kitêb ji gelek alîyan ve dîroka edebîyat û bizavên kurdî dide nasîn û wekî ansîklopedîya dîroka edebîyata kurdî jî tê zanîn.
Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.
Cildê II. Sedsalên 14. û 18an
Cildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.
Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)
Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945)
Cildê VI. 1945-1975 (A)
Cildê VII. 1945-1975 (B)
Danasîna Kitêbê
Heta vê kêlîyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebîyata Kurdî hatîye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebîyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopedîyeke edebîyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebîyata Kurdî, di heman demê de zanyarîyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamevanîya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebîyatên cîhanê jî radixe ber çavan.
Di Mêjûy Edebî Kurdî de dîyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendîya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatîye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebîyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatîye kirin. Ji alîyê edebîyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebîyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebîyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatîye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebîyata Soranî de ye.
Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmancîya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Zîya Avci hatîye Kurmancîzekirin û ji alîyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatîye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.
Abdurrahman Adak
Marûf Xeznedar kî ye?
Marûf Xeznedar, di sala 1930yî de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Perwerdeya seretayî û navîn li Hewlêrê û ya amadeyî li Kerkûkê wergirtîye. Di maweya 1952-1957ê de di sazîya Perwerdeya wî wextî de mamostatî û birêvebirî kirîye. Di sala 1957ê de Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kirîye û bûye mamostayê zimanê Erebî. Di sala 1960î de bi rêya Lijneya Zanistî ya Iraqê çûye Moskowayê û li wê derê neh mehan perwerde dîtîye. Paşê li bajarê Petersbûrgê li Beşa Kurdî ya Ens tîtuya Vekolînên Rojhilatê ya bi ser Akademîya Zanistî ya Rûsyayê ve perwer deya masterê û li Fakulteya Rojhilatê ya Zanîngeha Petersbûrgê jî perwerdeya doktorayê xilas kirîye (1963). Di sala 1968ê de li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bex dayê bûye mamosta û serokbeş û heta ku di sala 1981ê de malnişîn bibe ev kar domandîye. Di esnayê vî karî de karîyera xwe ya akademîk temam kirîye û di sala 1979ê de pîleya profesorîyê wergirtîye. Di sala 1973ê de li Fakulteya Perwer deyê ya Zanîngeha Bexdayê Beşa Kurdî damezirandîye. Di beşên edebîyatê yên Zanîngeha Ennabê li Cezayîrê û Zanîngeha Selaheddînê li Hewlêrê mamostatî kirîye. Çi telîf çi wergêr 32 berhemên wî yên çapkirî hene. Di nav van de ya herî girîng Mêjûy Edebî Kurdî ye ku ji heft bergan pêk hatîye. Di gelek rojnameyan de nivîskarî kiîye. Endamê Sendîkaya Rojnamenûsên Iraqê û endamê Yekîtîya Rojnamenûsên Cîhanê bûye. Herweha endamekî çalak ê Korî Zanyarî Kurdistan bûye. Marûf Xeznedar, di sala 2010ê de li Hewlêrê wefat kirîye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.