Weşanên Nûbiharê Dengbêj Mehmudê Hesê çap kir

07/11/2023

Ji Weşanxaneya Nûbiharê Dengbêj Mehmudê Hesê Antolojiya Dengbêjan 4 çap bû.

biharê bi navê Antolojiya Dengbêjan serîyeka kitêban daye destpêkirin ku di her antolojîyekê da stran û jîyana dengbêjekî tê çapkirin.

Ji serîya Dengbêjan Dengbêj Mehmudê Hesê berhema 4an e ku ji biharê çap dibe.

Berhem ji alîyê Ömer Güneş û İbrahim Şahin ve hatîye amadekirin.

Beşek ji nivîsara berhemê

Eger em bi zanistî li çîrok, helbest, stran, metelok, roman û li nivîsên din binêrin, em dikarin pir agahiyan li ser mejûyê kolektîf yê civaka Kurd fêr bibin. Dengbêjî jî perçeyekî girîng e di edebiyata Kurdî ya herî kevn de. Ev stran me dibin li gel bapîrên me û bûyerên herî kevn. Em wiha dibin perçeyekî dîroka xwe ya devkî (oral history) û dikarin wan êş û tadeyên hatine serê gelê me fêm bikin. Ev jî rê ji bo paşeroja me vedike.
Dengbêjî bi gelemperî, stranên Mehmûdê Hesê jî bi taybetî elementekî bîranîna dîroka gelê Kurd e. Ev edebiyeta devkî ya Mehmûdê Hesê ku ji aliyê mamosteyên hêja Ömer Güneş û Îbrahim Şahin ve bi sistematîk, zimanekî zana û xwezayî hatiye amadekirin, divê ji aliyê her kesekî ve were xwendin. Pirtûkeke wiha ye ku bi xwendina wan stranan di mejûye mirov de awaz bi awaz li hev dihûne û giyanê me dibe deşt û newalan, çiya û rûbaran, dibe nav şer û evînan. Ev pirtûk divê li her malekê hebe.
Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan

Ömer Güneş

Ömer Güneş ji navçeya Vartoyê ji gundê Gomaçawûş e. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Li bajarê Stenbolê di Zanîngeha Marmarayê da beşa Hiqûqê xilas kir. Ji 2004an vir da li Stenbolê parêzertiyê dike. Ji havîna 2019an vir ve li Almanyayê, li bajarê Heidelbergê dimîne. Demekê dirêj e li ser wêjeya dengbêjiyê lêkolînan dike.

İbrahim Şahin

İbrahim Şahin li Gundêmîra yê li ser navçeya Vartoyê, di sala 1977an da hatîye dinê. Xwendina xwe heta mekteba navîn her li gundê xwe, lîse li bajarê Konyayê qedand. Li zanîngeha Erzirûmê beşa programdanî xwend. Ji sala 2001î pê ve li Almanyayê li bajarê Munîhê dimîne û li wir karsazîyê dike. Li ser wêjeya dengbêjîyê lêkolînan dike.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Weşanên Dozê çar kitêbên nû çap kirin

Weşanên DOZê 4 berhemên nû çap û belav kirin. Ji van çar

Aleksander Lavrentyev: Em êrişên Tirkîyeyê qebûl nakin

Nûnerê taybet ê serokê Federasyona Rûsyayê Aleksander Lavrentyev di hevpeyvîneka xwe ya

Balafirên Îsraîlê 12 caran li Beyrûdê dane

Li başûrê Beyrûdê, balafirên şerî yên Îsraîlê 12 êrîş pêk anîne. Li