Weşanên Nûbiharê çar kitêbên nû çap kirin.
Nûbiharê Delala Dînik ya Salih Serhedî, vîr û vate ya Seyidxan Kurij, hinekirî mane guliyên şevê ya M. Zahir Kayan û Çerçiyê Taxê ya Kenan Erdenci çap kir û belav kir.
Danasîna Delala Dînikê

Romana Delala Dînik, qala komkujiya Geliyê Zîlanê dike. Delala bedew û xama jî di wê komkujiyê de malbat û dergîstiyê xwe winda dike.
Ew bi xwe jî piştî çend şevan di bin cinazeyên birîndaran de çavê xwe vedike. Lê mixabin ew komkujiya ku li ber çavê wê diqewime dibe sedema dînbûna wê.
Piştî ku li herêma Geliyê Zîlanê kevir li ser kevir namîne, Delal xwe diavêje deşt û çiyayan, tî û birçî bi rojan li derve dimîne. Demekê şûnde Delal li Erdîşê xwe diavêje mala Helîm Xoce. Helîm Xoce li wê xwedî derdikeve û wek bavekî nêzîk dibe. Lê mixabin piştî çend salan Delal bi awayekî hovane, bi destê çend kesên qeşmer tê kuştin. Ev bûyera han, hê jî wek çîrokeke dilsoj di nav gelê herêmê de tê gotin…
Danasîna hinekirî mane guliyên şevê

Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê…
Danasîna Çerçiyê Taxê

Kenan Erdenci, di vê berhema xwe de bi kurteçîrokan me dibe “Demên Xwerû” yên ku “ciwan ji nişkave xwe didine ser riya çûn û nehatinê”, ew demên ku “Çerçiyê Taxê” bi erebeyên hespan xeyalên zarokan dixemilînin…
Çîrok bi uslûbek xweş, behsa rasthatina civaka Kurd a kevneşopî ya bi siyaset û jiyana modern re dikin. Trajediyên di van rasthatinan de bi çavên vebêjerên zarok vediguhêzin îroniyên mirov dibişirînin.
Çîrokên ku bêhna şahidiya demekê ji wan difûre, bi uslûba xwe, bi zimanê xwe yê herêmî, xwendinek bi çêj ji xwendevanên xwe re wad dike.




Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.